Cezayîrî li hemberî kuştina zaroka 5 salî û diya wê rabûn

Li bajarê Bicayê Rehîma û keça xwe ya 5 salî ji aliyê birayê wê ve hatin qetilkirin. Li ser vê bûyerê bi pêşengiya jinên Cezayîrê li tevahiya welat meş û nerazîbûn dewam dikin.

 
Cezayîr – Li gundê Îşkaban ê ser bi eyaleta Bicayê ye gundî li dijî kuştina zaroka keç a 5 salî Manal, û diya wê ya 44-salî, Rahîma, ku di meha adarê de ji hêla birayê Rehîma ve hatin kuştin xwepêşandan li dar xistin. Bi sedan jinên derketin kolanan bi dirûşmeyan qetilkirina jinan ku gelek caran li Cezayîr diqewimin şermezar kirin. Wan daxwaza dad û tolhildan li hember kujer kirin da ku di zûtirîn dem de li hemberî van kiriyaran tevger bikin. Xwepêşanderan bê navber dirûşmeyên "Na ji tehemula civakî ya tundiya li ser jinan re", "Edalet ji Manal û Rahîma re", "Kuştinên jinan rawestînin" berz kirin. Komên mafên mirovan û rêxistinên jinan ji nav tevgera gel a aştîxwaz derketin û kuştinên li dijî jinan şermezar kirin û daxwaza qanûnan kirin da ku tawanên wiha bên rawestandin.
Ji 1-ê Çile 2021-an ve, di malpera Feminîsit EL- Cezayîrî de 12 rewşên kuştinên jinan hatiye weşandin. Di sala 2020’an de jî nêzê 55 rewşên kuştinên jinan dane.