Cezayîr roja cîhanî ya jinên gundan pîroz dike
Ji bo ronîkirina rola jinên gundan di pêşketina herêmî û aborî de, Cezayîrê roja cîhanî ya jinên gundan ku di 15'ê Cotmehê de ye pîroz kir. Pîrozkirina vê rojê ji bi pêşxistina bername, plansaziyên xebat û projeyên pêşerojê û bilindkirina asta hilberîna ku li herêmê rolek mezin lîstiye ye.
Cezayîr- Wezareta piştevanî û malbatê bi hevkariya bernameya pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî li Paytexta cezayîrê di 15'ê Cotmehê de semînerek li ser rastiya jinên li gundewarên Cezayîrê di cîhana karsaziyê ya sala 2030'an de, bi dirûşma "Afirîneriya jinên gundî li gorî standardên navneteweyî" li dar xist.
Semîner li ser pêşkêşkirina ezmûna Cezayîrê di warê karsaziya jinên gundan de û sûdwergirtina ji ezmûnên navneteweyî di warê karsaziya jinên gundewarên Cezayirê de pêk tê. Bi pêşniyarên ku tê de çalakiya ji bo pêşvebirina xebata jinan di serdema 2021-2030' an de û bi hevkariya bernameya pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Semîner komek encam û pêşniyaran bi dest xist, ji bo piştgirîdayîna beşdarbûna zêdetir a jinên gundan di dînamîkên aborî de bi xurtkirina hewldanên hemû aliyên pêwendîdar ji bo hevkariya bi hêzkirina jinên gundan û pêşxistina karên wan, digel tesbîtkirina çalakiyên herî girîng ên ku tên destpêkirin û aliyên pêkanîna wan ji bo pêşketina xebata jinên li gundewarên Cezayîrê ye.
Her wiha çend pêşangeh li ser berhemên jinên gundî bi dirûşma "Rêxistina jinên gundan di koperatîfan de kêşeyek û pêşeroj" heye. Di vê navberê de, Komeleya Pêşvebirina jinên gundan li wilaya Tipasa rojeke xwendinê organîze kir da ku ezmûnên jinên gundî di çarçoveya bernameyên piştevaniya mîkrokredî û çandiniyê de binirxîne.
Tevlibûna jinên gundî di bernameya Neteweyên Yekbûyî de
Wezîra Hevgirtin û Malbatê Kawther Krîko di roja cîhanî ya jinên li gundewarên Cezayîrê de got: "Bi destpêkirina bernameya Neteweyên Yekbûyî re di Sibata 2020'an de, ji bo hevkariya jinên gundan û tevgera wan a ku hilberînên neteweyî bilind kir, her wiha zêdetirî 602 hezar jinên gundan ji piştgiriya cîhaza mîkrokrediyê sûd werdigirin. Nêzî 722 hezar malperên xebatê hatin vekirin ji bo jinan û diyar kir ku 1,500 projeyên mîkro ji bo jinên gundan ên xwedî pêdiviyên taybet in hatine destpêkirin.
Tevî hemû astengiyên ku jinên li gundewarên Cezayîrê pê re rûbirû mane, wan dikaribûn rewşa xwe ya aborî û civakî li gelek herêmên welat bidomînin û hilberînên xwe nemaze di warê rûn, şîr û hunerên kevneşopiyê de di hevrêziya hin sektoran re ji bo projeyên piçûk pêş bînin.