Cezayîr mazûvaniya Yekemîn Forma jinan a Navneteweyî dike

Xebatên pêla yekem a Foruma Navneteweyî ya Jinên Cezayîrê ku ji aliyê Konfederasyona Giştî ya Saziyên Cezayîrê ve tê organîzekirin, di 11'ê Kanûnê de bi dirûşma "Rola jinên Cezayîrî di geşedana aboriya neteweyî de" dest pê kir.

RABAA XERÎS
Cezayîr-Di komxebata navneteweyî ya jinên Cezayîrê de dê nûnerên 100 saziyên sazkar, 500 pargîdaniyên biçûk, 500 saziyên ji beşên taybet û giştî, nûnerên civaka Cezayîrê yên li derveyî welat û nûnertiyên dîplomatîk ên ku niha li Cezayîrê ne beşdar bibin.
Komxebata ku xebata wê du rojan li Navenda Navdewletî dê bidome, armanc dike ku pêvajoya entegrekirina jinên Cezayîrî ji nû ve bixwîne û pozîsyona wan û rola ku jinan di dîroka hemdem a Cezayîrê de lîstine diyar bike
Seroka Konfederasyona Giştî ya Saziyên Cezayîrê Saida Naghza di dema çavdêriya vekirina xebatên komxebata Navdewletî ya Jinên Cezayîrê de got ku pêşveçûna rewşa jinên Cezayîrê û tevlibûna wan a xurt di hemû waran de, nabe ku tûşî tu kompleksekê bibe lê belê destkeftiyek ji bijardeyên stratejîk ên tevgera neteweyî û nirxên şoreşa Cezayîrê ye.
Wê diyar kir ku komxebata navdewletî ya jinên Cezayîrî dê di bin nîşaneya pêşketina jinên Cezayîrê û pêgeha wan di civaka Cezayîrê de û beşdariya wan di geşedana aborî û civakî ya welat de bê lidarxistin. Her wiha bal kişand ku qanûnên Cezayîrê wekheviya zayendî di zagona xwe ya bingehîn de bi cih kiriye û pêşketina jinan di astên curbecur de kiriye yek ji hêmanên bingehîn ên geşedana civakî û teqez kir ku li pêş bidestxistina wekheviya zayendî astengî hene û anî ziman ku hêza jinan a di pratîkê de rastî berxwedana civakî û çandî tê ku rê li ber beşdarbûna pêvajoyên biryardayînê yên jiyana giştî, siyasî û aborî digre.
Hebûna xurt
Li ser beşdariya jinên Cezayîrî di avakirina aboriya niştimanî de, şêwirmenda Tora Jinên Erebî Nabila Ben Salem ji ajansa me re got ku jinên Cezayîrî ji demên kevnar ve di warên curbecur de, di warê aborî de, kar kirine lê di rastiyê de ev mijar têrê nake. Cezayîr xwedî jêhatinên ku bi wan re dikare aboriyek bihêz li gorî prensîba wekheviya zayendî ava bike, di heman demê de li ser damezrandin, perwerdekirin û şopandina wê di her astê de bixebite.
Ew di wê baweriyê de ye ku kêşeyên di vî warî de li benda jinên Cezayîrê ne, gelek in, di nav wan de rola jinan hinekî di siyê de maye û bi awayekî rast nehatiye ronîkirin, ji bilî dijwariya yekbûna karê derve û veberhênana kevneşopiyê.
Dê gelek mijar di komxebatê de werin nîqaşkirin
Di komxebatê de li ser gelek mijarên dewlemend hat rawestîn, bi taybetî "Jin û rêveberî: Di Civaka Cezayîrê de jin û hebûna wan di biryargirtina siyasî û aborî de", "Jin, Perwerde û Kar: Jin di damezrandina polên xweseriyê de û pirên di navbera zanîngeh û cîhana kar de" û "Jin û Avhewaya Karsaziyê: Ji reforma darayî heya afirîneriyê di pêşkêşiyê de ji bo teşwîqkirina veberhênana femînist.
Tê texmînkirin ku di dawiya komxebata navdewletî ya jinên Cezayîrî de, pêşniyarên berbiçav bên kirin ku armanc dike cudahiyên di navbera axaftin û rastiyê de bilind bike û kêmasiyên nêzîkatiya qanûnî di çareserkirina nehevsengiyên civakî de tesbît dike di gel ronîkirina qonaxên ku di hemû beşên çalakiyê de hatine bidestxistin, çi li Cezayîrê û çi li derveyî welat.
Her wiha tê çaverêkirin ku faktorên civakî-çandî yên di pêvajoya pêşketina sosyo-aborî ya welat de rê li ber xebatên jinan asteng dikin bên tesbîtkirin û pêşinyarkirina çareseriyan ji bo derbaskirina wê, zêdebarî wateyên "siyasî, hiqûqî û civakî" yên ku dê entegrasyonek mezin a jinên Cezayîrê pêk bînin, çi di rêveberiya siyasî de ji jî di warê aborî de. 
Ev civîn her wiha dê bibe wesîleya lêkolîna bandorkeriya siyaseta kotayê di yekxistina jinan de û pêşniyarkirina guhertinên pêwîst di qanûna kar de ji bo misogerkirina "wekheviya rastîn" di kar û erkên di navbera zayendan de.