Cezayîr di roja navneteweyî ya kurtaja ewle de tune ye
Tevî ku zêdetirî sih sal di ser ragihandina Roja Cîhanî ya Kurtaja bi Ewle re derbas bû jî mafê kurtajê yê jinan li zêdetirî 60 welatên cîhanê tê astengkirin.
NECWA RAHIM
Cezayîr- Piştî hewldanên mezin ên çalakgerên femînîst, komele û rêxistinên mafên mirovan ji bo dabînkirina ewlehî û tenduristiya zayînê ya jinan û kêmkirina kuştina jinan bi rêbazên kurtajê yên ne ewle û ne tendurist, kurtaj qanûnî bû. Ji sala 1990’an vir ve li Emerîkaya Latîn bi taybetî, dest bi pîrozkirina Roja Navneteweyî hat kirin da ku kar ji bo gihîştina kurtaja ewledar û qanûnî were kirin.
Piştî ku nêzî bîst salan û ji bo ku hukûmet li çar aliyên cîhanê sûcê kurtajê ji holê rake û bi riyên qanûnî û bijîjkî xizmetên kurtaja ewle pêşkêş bikin, di sala 2011’an de "Tora Cîhanî ya Jinan ji bo Mafên Zayînê "navê "Roja navneteweyî ya çalakiya ji bo kurtaja ewle û hiqûqî veguherand "Roja Navneteweyî ya Kurtaja bi Ewle."
Cezayîr yek ji wan welatên Ereb e ku gelek qanûn û peymanên navneteweyî ji bo parastina mafên mirovan pejirandiye, di nav de dayîna mafê kurtaja bi ewle û tendurist û di çarçoveyek qanûnî de. Di sala 1998’an de, welat hemû qedexeyên li ser kurtajê rakir.
Femînîstên Cezayîrî daxwaza pêşxistina qanûnek ku destûr dide kurtajê ji bo jinên mexdûrên destdirêjiya cinsî. Ew dibînin ku kurtaj ji bo hemû jinan mafekî rewa ye li gorî standardên bijîjkî yên bi ewle.
Her çendî mafê kurtajê li Cezayîrê bi zagonan hatibe pejirandin jî şert jê re hatiye danîn
Kurtaj li Cezayîrê tenê bi riyekê qanûnî dibe, ew jî ger ku dê jiyana jina ducanî ji mirinê were xilaskirin an jî ger ku zarok jiyana wê bike xeteriyek mezin di aliyê fîzikî û hişmendî de destûr heye.
Kesê ku kurtajê dike bi gelemperî ji şeş heta bîst û çar mehan cezayê girtîgehê lê tê birîn, ew jî li gorî şert û mercên operasyonê û motîvasyona li pişt wê ye. Kesê ku vê operasyonê bêyî wergirtina destûra dayikê û bêyî destûrname bijîşkî ya ji bo pêkanîna emeliyatê dike, dibe ku li gorî xala 304 a Qanûna Ceza 5 salan di girtîgehê de bimîne.
Li gorî Wezareta Piştevanî û Malbatê, li Cezayîrê di sala 2020’an de zêdetirî 10,000 zarokên ku di van salên dawî de piştî têkiliyên neqanûnî ji dayik bûne tomar kir. Her wiha Midûriyeta Ewlehiya Neteweyî eşkere kir ku zêdetirî 80 jinên ducanî yên ku bi awayên neqanûnî kurtaj kirine, jiyana xwe ji dest dane.