Cezayên li rojnamevanan hatibû birîn tê pêkanîn

Dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ku romala qetilkirin û taziyeya jina têkoşer Jîna Emînî kiribûn, ji cihê cîbicîkirina ceza re hate şandin. Herwiha biryara girtinê ji bo Menîje Xoşnûd hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ku nûçeya li ser qetilkirin û taziyeya Jîna Emînî çêkiribûn, ji cihê cîbicîkirina ceza re hate şandin. Li aliyekê din jî biryara girtinê ji bo Menîje Xoşnûd hate dayîn.

Berdevkê Dezgeha Qezayî ya Îranê Esxer Cehangîrî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku “Ew du rojnamevanên bi tometa ‘lidarxistina çalakiyên antî-propagandaya dewletê’ bi salek cezayê girtîgehê, her wiha ji bo tometa ‘komploya li dijî ewlekariya dewletê bi pênc sal cezayê girtîgehê hatine cezakirin.”

Hate zanîn ku dosyaya her du rojnamevanên jin Îlahe Mihemedî û Nîlufer Hamidî ku romala qetilkirin û taziyeya jina têkoşer Jîna Emînî kiribûn, ji cihê cîbicîkirina ceza re hate şandin. Herwiha biryara girtinê ji bo Menîje Xoşnûd hate dayîn.

Li aliyekê din jî bi tometa ‘antî-propagandaya’ 10 meh cezayê girtîgehê li Menîje Xoşnûd hate birîn û veguhestin girtîgeha Bokanê.