Cezayek din dan rojnameger Nazîla Marofiyan

Li rojnameger Nazîla Marofiyan ku ji ber hevpeyvîna bi bavê Jîna Emînî re kiribû heta niha 4 caran hat girtin, salek cezayê girtîgehê û 15 milyon tumen cezayê pere hat birîn.

Navenda Nûçeyan- Rojnameger Nazîla Marofiyan ku cara yekem bi bavê Jîna Mahsa Emînî re hevpeyvîn kiribû, di 30’ê Tebaxa 2023’an de cara çaremîn hat girtin. Li rojnamegera ku li Tehranê hat darizandin, salek cezayê girtîgehê û 15 milyon tumen cezayê pere hat birîn.

Nazîla Marofiyan ku ji 1'ê Îlonê ve li Girtîgeha Evînê di greva birçîbûnê de ye, di malpera nûçeyan a "Rouydad 24" de dixebitî. Rojnameger bi riya parêzerên xwe ragihand ku li girtîgehê hatiye derbkirin û ji bo şermezarkirinê dest bi greva birçîbûnê kiriye.