Cezayê pere li Emîne Şenyaşar birin

Emîne Şanyaşar nobeta xwe ya Edaletê li ber edliya Riha berdewam dike, bi ideaya ku heqaret li wekilê berê yê AKP Ibrahîm Halil Yildiz kiriye cezayê pere yê 8 hezar TL lê hate birin.

Riha- Di 14’ê Hezîrana sala 2018’an de xizm û parazvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûsa Rihayê êrîşî malbata Şenyaşar kirin. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 808’an de jî berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên tendirustiyê li mala xwe ya Pirsusê nobeta Edaletê berdewam kir.

Li aliyê din der barê Emîne Şenyaşar ji ber li ber deriyê edliya Riha di 9’ê Tebaxa 2022’an de di dema Nobeta Edaletê berdewam dike di gotinên ku îfade kirî de doza ku ‘heqaret li erkdarê civakê kir’ hatî vekirin danaşîna 2’em hate dîtin. Danaşîn li 5’emîn dadgeha cezayê giran ya Riha hate dîtin di danaşînê de  parêzerê Emînî Şenyaşar Meral Halat, Ayşe Şehrîban Demîrel, Muslum Saraçoglu amade bûn.

Cezayê pere li Emîne Şenyaşar birin

Danaşîna ku piştî tespîta nasname destpêkirî parêzeran bal kişandin li ser nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar piştî ku malabata wê hatî qetilkirin destpê kirî û da zanîn ku malbat divê pêvajoyê de rastî gelek astengi û lêpirsînan hatine. Parêzeran destnîşan kir ku rewşa belgeyan têra dayîna cezayan nake, li gora  fikrê azadane  yê di dadgeha mafê Mirovan ya Avrûpa (DMME) de cih digre ye.

Dadgehê piştî parastinê,  biryar da bi sûcê  ‘heqerate li erkdarên civakê’ kiriye 8 hezar TL cezayê pere li Emîne Şenyaşar birin. 

Heta niha 31 lêpirsîn kirin

Di dema ku Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar di sala 2022’an de wê bi serdozgeriya komarê ya Riha re hevdîtin bikiran. Emîne Şenyaşar ew îfadeyên ku bi kar anî ji aliyê pênûsa taybet ya dozger ve li ser kaxezê hate nivîsin û radestî polîsan kir. Polîsan di dema ku bûyer qewimî de bi telefonê li Îbrahîm Halil Yildiz wekilê wê demê yê AKP’ê geran pirskirin ku wê ‘gilî bikin yan ne’? Halil Yildiz got ‘ezê beyanekî nedim.’ Li ser vê yekê jî dozgeriyê bi îdiaya ‘heqaret li erkdarên civakê kiriye’, lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îdianame hate amadekirin û ev îdianame di 3’yê Cotmeha 2022’yan de ji aliyê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin.

Der barê Emîne Şenyaşar de heta niha 31 lêpirsîn hatine destpêkirin. Bi hinceta gotinên wê yên derbarê Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î, bi îdiaya ‘heqaret li erkdarê civakê kiriye’ û ‘heqaretê’ lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van 31 lêpirsînan 10 jê veguherîn dozan.