‘Cezayê li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bêdengkirina jinan nîşan dide’

Hejmarek ji pisporên mafên mirov ên di nava Neteweyên Yekbûyî de ne, bi daxuyaniyekê gotin ku cezayê li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.

Navenda Nûçeyan- Nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirina girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî zêde dibin. Di vê çarçoveyê de hejmarek ji pisporên mafên mirov ên Neteweyên Yekbûyî di derbarê erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de bang li Îranê hat kirin ku demildest cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatiye birîn, bê betalkirin. Her wiha ji rejîma Îranê hat xwestin lêkolînê di derbarê êşkence û bê dadiyên tên kirin de bê kirin û dawî li çewisandin û hedefgirtina çalakvanên jin bê anîn.

Di dewamê de hatiye gotin: “Pexşan Ezîzî ji bo bi darê zorê îtiraf bike, di jêr êşkenceya derûnî û fîzîkî de hatiye hiştin û demek dirêj rê nehatiye dayîn bi parêzer û malbatê re hevdîtin bike. Her wiha ji bo bi zorê îtiraf bike, gelek endamên malbata wê hatine binçavkirin.”

Di dawiyê de jî hatiye diyarkirin cezayê ku li Pexşan Ezîzî hatî birîn asta bilind a çewisandin û bêdengkirina jinan nîşan dide.