Cezayê girtîgehê ya çalakvana Bahayî Anîsa Fenaîan hate êrê kirin
Welatiya Bahayî Anîsa Fenaîan a li Semanê dijî, piştî ku daxwaza ji nû ve darizandina wê hat qebûlkirin, bi kefaletê hate berdan. Lê, Odeya 10’emîn a Dadgeha Parêzgeha Semanê 8 sal cezayê girtîgehê li Anîsa Fenaîan birî.
Navenda Nûçeyan – Welatiya Bahayî û çalakvan Anîsa Fenaîan a li Semanê dijî, piştî ku di 10’ê Gulanê de Dadgeha Bilind a Îstînafê cezayê wê ya berê betal kir, bi kefalet hate berdan. Lêbelê, Odeya 10’emîn a Dadgeha Parêzgeha Semanê bêyî ku di biryara berê de guhertinek bike, cezayê girtîgehê ya 8 sal ji nû ve da.
Doza Anîsa Fenaîan, ji ber dabînkirina perwerde û piştgiriya bêperê ya ji bo zarokên Efganî yên hewcedar hate vekirin. Dadgehê, bêyî ku cezayê berê biguherîne, heman ceza ji nû ve da.
Anîsa Fenaîan berê jî bi sûcdariyên curda mehkûmê 10 sal cezayên girtîgehê, cezayê pere û bêparkirina mafên civakî hatibû kirin.
Sala borî, dadgeha îstînafê hinek cezayan kêm kir û cezayê wê ya herî zêde ya 7 salan êrê kiribû. Anîda Fenaîan, di 21’ê Adara 2025’an de ji bo înfaza vê cezayê ji nû ve hatibû binçavkriin.