Cezayê girtîgehê li Farnaz Hosseinzadeh hat birîn

Dadgeha Şoreşê ya paytexta Îranê Tehranê, cezayê girtîgehê û qamçiyê li Farnaz Hosseinzadeh birî.

Navenda Nûçeyan – Şêwekar Farnaz Hosseinzadeh ku li Tehrana paytexta Îranê dijî, bi hinceta beşdarî serhildanên 26’ê Cotmeha 2022’an bûye, hat girtin û piştî 20 rojan sirgûnî Girtîgeha Êvînê û piştre sirgûnî Girtîgeha Karçakê kirin. 

Farnaz Hosseinzadeh ku di 24’ê Kanûna 2022’an de bi kefaleta 800 milyonî li dadgeha xwe hat berdan, ji aliyê Şaxa 26. a Dadgeha Şoreşê ve bi îdiaya “Xerabkirina aramiya giştî” 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê û 76 qamçiyan lê hat birîn.