Cezayê girtîgehê li çalakvana sivîl Anahîta Ramzanian hat birîn
Li çalakvana sivîl Anahîta Ramzanian a ji Yasûcê ku beşdarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bû û piştre hat girtin, 7 meh cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan hate birîn.
Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jîna Emînî, Îranê zextên dewletê hê zêdetir kir. Li welatê ku bi taybetî jin hedef tên girtin, bi tundî, binçavkirin, girtin û îşkenceyê hewl tê dayîn serhildan bên tepisandin. Li çalakvana sivîl Anahîta Ramzanian a ji Yasûcê ku beşdarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bû û piştre hat girtin, 7 meh cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan hate birîn. Bi îdiaya “Xerakirina nîzama giştî” û “Xerakirina aramiya giştî” 7 meh cezayê girtîgehê û 40 qamçiyan li Anahîta Remzanian hate birîn.
Anahîta Remzanian ku beşdarî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bû, di 10’ê Cotmeha 2022’an de ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin. Anahîta Ramzanian piştî 25 rojan girtî mabû, di 5'ê Mijdarê de bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.