Cezayê girtigehê dan rojnameger Pinar Gayip
Rojnameger Pinar Gayip bi îdiaya "heqaret li polîsan kiriye" salek 2 meh û 17 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/05/20240531-690x390cc-ist-31-05-2024-etha-gazeteci-pnar-gayp-hapis-cezasi-jpge6c99f-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Di sala 2015’an de li Îzmîrê ji bo Ivana Hoffman konê şînê hatibû vegirtin û polîsan êrişî konê kir. Bi îdiaya ku edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Pinar Gayip di dema êrişê de “heqaret li polîsan kiriye”, doz hatibû vekirin. Danişîna dozê hate lidarxistin û biryar hate eşkerekirin. Bi îdiaya “Li pey hev û bi awayekî eşkere heqaret li xebatkarên cemaweriyê kiriye”, salek û 2 meh û 17 roj cezayê hefsê li Gayip hate birîn. Dadgehê ceza taloq kir. Parêzera Gayip, Ozge Buşra Boyoglû got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin.