Cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî hat erêkirin

Parêzerê aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî ragihand ku cezayê darvekirinê yê muwekîlê wê hatiye erêkirin.

Navenda Nûçeyan – Parêzera aktivîsta mafê karkeran Şerîfe Mihemedî ku dewleta Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, Amîr Reysiyan ragihand ku cezayê darvekirinê yê muwekîlê wê hatiye erêkirin.

Amîr Reysiyan di hevpeyvîna dayî rojnameya Şark de, diyar kir ku 39’yemîn Şaxa Dadgeha Bilind ku berê cezayê darvekirinê yê muwekîla min ji ber kêmaniyên cûda betal kirî, vê carê tevî ku heman kêmanî hene ceza erê kiriye.

Şerîfe Mihemedî, berê ji aliyê 1’yemîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Reşt ve, cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Di pêvajoya jinûve darizandinê de, biryara destpêkê ya Dadgeha Bilind, ji ber ku têkiliya bi çalakiyên bi çek nehatibû belgekirin, kêmaniyê cûda yên di rapora polîsan de hatibû betalkirin û dosaya cardin vegerandibûn dadgehek heman.

Lê belê di lêkolîna ji nû ve ya 2’yemîn Şaxa Dadgeha Şoreşa Reşt cezayê darvekirinê cardin hatibû dayîn. Amir Reysiyan, diyarkir ku biryara Şaxa duyem, tenê biryara berê dûbare kiriye û xwe dispêre rapora polîs û wiha got: “Tevî ku kêmaniyên ku berê bûye sedemê betalkirinê nehatine derbaskirin, dadgeha bilind vê carê ceza erê kir.”

Parêzer da zanîn ku pêvajo didome û wê bi rêyên zagonî ji bo darvekirin were betalkirin têkoşînê bikin.

Çi bûbû?

Altivîst û kedkara mafê jinan û karkeran Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’yan de bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ kiriye hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.

Di 13’ê Sibata 2025’an de ji aliyê Serokê 2’yemîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hatibû pejirandin.