Cezayê Çîlem Dogan nayê qebûlkirin!

Li gelek deverên Tirkiyeyê jinan ji bo Çîlem Dogan edalet xwestin. Jinan careke din diyar kirin ku ew cezayê dane Çîlem qebûl nakin.

Navenda Nûçeyan- Jinên li Tirkiyeyê ji bo Çîlem Dogan li kolanan bûn. Jinên ku gotin, "Cezayê Çilemê nayê qebûlkirin" careke din qêriyan ku ew ê bi jinên jiyana xwe diparêzin û edaleta mêr red dikin re, li ber xwe bidin. Jinên li ser banga Platforma Jinan a Stenbolê ya 25'ê Mijdarê li ber Operaya Sureyya hatin cem hev û gotin; "Em careke din diyar dikin ku em Çîlem re ne, çi dibe bila bibe em ê jiyana xwe û hev biparêzin.

Jinên ku pankarta “Ne edaleta mêr, edaleta jinan dê bi ser bikeve” vekirin, dîsa di dirûşmên xwe Nevîn Yildirim a ku mêrê tecawizê wê kiribû kuştibû jî ji bîr nekirin.

“Em biryarê qebûl nakin”

Endama Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê Ruya Kurtuluş diyar kir ku Dadgeha Bilind biryara ku li çar aliyên welat bi milyonan jin li benda wê ne, eşkere kiriye û got; “Dargeriya ku mêrê kujer û tecawizkar serbest berda, dîsa jina ku jiyana xwe diparast ceza kir, careke din destê xwe da pişta zilamên ku tundîtûjiyê dikin. Em erêkirina 15 sal cezayê girtîgehê yê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve li Çîlem Dogan hatiye birîn qebûl nakin.” Ruya Kurtuluş, diyar kir ku ji bo Çîlem Dogan nemire neçar maye wî mêrî bikuje û got, dewleta ku Çîlem neparast, ji ber ku Çîlem nehat qetilkirin wê ceza kir.

Li gelek qadan ji bo Çîlemê çalakî

Platforma Jinan a Antalyayê li ber Peykerê Attalos daxuyanî ya çapemeniyê û ev hat gotin: “Em destên Çîlemê bernadin."

Li Mêrsînê, pêkhateyên Platforma Jinan a Mêrsînê li Bulvara GMK'ê ya Pozcuyê hatin cem hev û cezayê li Çîlemê hatiye birîn şermezar kirin û parkarta bi nivîsa "Xweparastin maf e, nayê cezakirin, ji Çîlem Dogan re azadî" vekirin.

Qada kombûna jinan a li Edeneyê jî Parka Înonuyê bû. Jinan di daxuyaniyên xwe de gotin; “Em ji Çîlemê re azadiyê dixwazin! Parastina mafên jiyanê ne sûc e, nayê cezakirin! Ji Çîlem Dogan re azadî.”

Jinên Platforma Jinan a Îzmîrê ku ji bo cezakirina Çîlem Dogan şermezar bikin li ber Pastaneya Sevînç a Alsancaka Îzmîrê hatin cem hev, pankarta bi nivîsa "Ji Çîlem Dogan re azadî" hilgirtin.