Cewle û Seyran piştî 33 rojan bi kefalet hatin berdan

Ji sê endamên RJAK’ê ku ji aliyê PDK ve hatibûn girtin, bi biryara dadgehê û bi kefalet Cewle Mihemed û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan û Cewana Ebdulqadir hîna jî tê ragirtin.

Navenda Nuçeyan - Di roja 5’ê Tebaxê sê endamên RJAK’ê yên bi navê Xewle Mehemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen di salvegera êrîşên Çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ji bo piştgiriya jinên Şengalê bejdarî merasîma bîranînê bûn û di dema vegerê de ji aliyê asayişa PDK’ ve li benda qontrolê ya Kelekê hatibûn binçavkirin. Ji dema endama meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen, Ciwana Ebdulbaqî, Seyran Ehmed Hesen hatin girtin heya niha agahî ne dihate girtin.
Piştî 33 rojan duh êvarî bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK Cewle Mihemed û Seyran Ehmed Hesen hatin berdan. Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulqadir hîn jî nehatiye berdan. Derbarê mijarê de heta niha tu daxuyaniyek jî nehatiye dayîn.