“Cesareta Hamar Ghoul ji bo me jinên Efgan rêya diçe serkeftinê ye”
Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efgan Selay Gaffar balkişand ser cesareta jinên Efgan li hemberî tarîgiya Talîbanan nîşandidin û got: ''Em jinên Efgan wêrek û xurt in. Gelek mînakên vê hene. Mînak jineke bi navê Hamar Ghoul li herêma Ghorê li dijî Talîban çek rakir û tola dê û bavê xwe hiland ku ji hêla Talîban ve hatibûn kuştin. Helbet em her carê ji jinên Kobanê û Efrînê îlhamê distînin, ku ji bo mafê xwe û azadiya welatê xwe têdikoşin.”
Navenda Nûçeyan - Berdevka Partiya Piştevaniyê ya Efgan Selay Gaffar girêdayî têkoşîna jinên Efgan a li hemberî Talîbanan bersiv da pirsên rojnameya Neweya Jinê. Selay Gaffar Têkilî mijara Balafirxaneya Qabûlê Selay Gaffar got, ''Weke tê zanîn Balafirxaneya Qabûlê dewrî rejîma faşîst a Erdogan hate kirin. Ha balafirxaneya dane Erdogan a dane DAÎŞ'ê, ti ferqa wan ji hev nîne. Li Sûriyê tişta ku bi destekkirina DAÎŞ'ê kirin dixwazin li Efganîstanê jî bikin. Armanca DYE'yê ew e ku bi Talîban re li hev bikn wan biqedînin û DAÎŞ'ê bînin Efanîstanê. Helbet, jixweli vir in. Alaya spî ya li Efganîstnaê bi alaya reş hate guhartin. Dixwazin li welêt cih ji terorîstên weke DAÎŞ'ê re vekin, wan ji wir bibin Efganîstan, Ozbekîstan û Rûsyayê. Helbet dema ku mijar destek li DAÎŞ'ê be Erdogan ji bo wan qozeke girîng e. Erdogan bi kontrolkirina balafirxaneyê sûcekî mezin dike. Ya dî jî, rejîma Erdgan parçeyek ji NATO'yê ye. Ev 19 sal in li Efganîstanê ye. Sûcên ku NATO'yê li Efganîstanê kirî, Tirkiyê jî hevkarê wan e.''
“Talîban zorê li zarokên keç ên 14 salî dikin ku bi wan re bizewicin”
Selay Gaffar li ser pêvajoya dawî yak u Efganîstan teslîmî Talîban hate kirin û bandora wê ya li ser jiyana jinan jî ev nirxandin kir: ''Li herêma ku kontrol di dest Talîban de ye hate qedexekirin ku jin bi kincên kurt an jî bêyî ku mêrek li cem hebe derkevin derve. Li herêmeke dî hate qedexekirin ku jin biçin mekanên xwespehîkirinê û goreyan bikin piyê xwe .Tenê heta pola çaran dikarin biçin dibistanê, keç û kur nikarin biçin eynî dibistanê. Li herêmeke dî pirsên jinan ne ji hêla dadgehê ve ji hêla Talîban ve 'têne çareserkirin'. Nikarin bi mêran re li eynî ofîsê bixebitin. Bêyî ku mêr li cem wan hebin nikarin derkevin. Li herêmeke dî ya bakur jin bêyî burkayan û bêyî ku mêr li cem wan hebin nikarin derkevin. Li herêmeke dî keçên 14 salî û nezewicî zor li wan tê kirin ku bi endamên Talîban re bizewicin. Li van herêman gelek mirov gilih dikin ku Talîban jinên ku eşqê dijîn, keviran li wan dibarînin û wan dikujin. Li deverên din jî ji ber ku hovîtî nehatiye qeydkirin nayê bihîstin.''
''Jinên Efgan ti caran wê Talîban efû nekin”
Selay Gaffar diyar kir ku di bin kontrola hikûmetê de jî zext û zordarî li ser jinan heye, mînaka tecawizê ya parlamenterên Efgan da, ango ya ku li dijî jinan sûc dike ne tenê Talîban e, li herêmên di bin kontrola hikûmetê de jî zext û zordarî li ser jinan heye, Talîban bi rengekî partiyên din ên cîhadî bi rengekî dî hovitiyê dikin û wiha pêde çû: ''Jinên Efgan ti caran wê Talîban efû nekin! Em dadmendiyê dixwazin, ji ber sûcên ku heta niha kirine û hê jî li dijî gelê Efgan dikin em dixwazin werin darizandin. Heqê kesî tine ku wan efû bike û rayaye rêveberiyê bi dest wan ve berde. Tenê gelê Efgan û malbatên mexdûr dikarin wan efû bikin. Van rojan li medyyaya navnetwî nûçe û dîmen hene ku jinên Efgan li dijî Talîban çek rakirine. Nûçeyên ku dibêjin jinan çek rakiriye, projeya hikûmeta derewîn û DYE'yê ye. Dilê mirov dixwest ku rast be û li dijî Talîban berxwedaniyeke rast hebûya. Lê nûçeyên ku dibêjin jinên li dora rejîma derewîn, ji çav re ne.''
''Em jinên Efgan wêrekin”
Selay Gafar balkişand ser cesareta jinên Efgan û wiha dom kir: ''Em jinên Efgan wêrek û xurt in. Gelek mînakên vê hene. Mînak jineke bi navê Hamar Ghoul li herêma Ghorê li dijî Talîban çek rakir û tola dê û bavê xwe hiland ku ji hêla Talîban ve hatibûn kuştin. Mînaka dî li herêma Del Aram Daykundî li dijî Talîban ku hevserê wê kuşt, têkoşiya. Niha gelek jinên wêrek, şoreşger li gel ku gef li wan tê xwarin jî, jiyana wan di talokeyê de jî, li dijî DYE'yê û hêzên NATO'yê, li dijî Talîban û komên din ên terorist û pariyên cîhanî yên radîkal ku parçeyek ji hikûmetê ne têdikoşin.''
Selay Gaffar têkilî mijara rakirina çekan a jinên Efgan wiha berdewam kir: ''Bi dîmenên jinên çekdar mixabin dixwazin îtîbara berxwedana rastî ya jinan bihejînin. Di van dîmenan de ku ji çav re ne, jinan dibin ber jinen Kobanê yên ku li dijî rejîma Erdogan ê faşîst, ji bo azadiya welatê xwe û jinan şer dikin, ev heqerat e. Min dixwest ku jinên Efgan ji vê tiştekî hîn bibin. Helbet em her carê ji jinên Kobanê û Efrînê îlhamê distînin, ku ji bo mafê xwe û azadiya welatê xwe têdikoşin. Li welatê me jî jin wê rêxistiniya xwe bikin û li dijî van fîgûrên ku dijminên jinan in ,li ber xwe bidin. Lê divê bibêjim, ev dîmenên ji çav re berxwedana rastî ya jinan a li dijî Talîban venabêjin.”