Cerdevan Metîn Tunç ê ku 2 kes qetil kir hat girtin

Cerdevan Metîn Tunç ê ku li Panosê 2 kes qetil kir, 2 jin jî birîndar kir û piştre ji cihê bûyerê reviya hat girtin.

Agirî- Li gundê Qela Qulî yê navçeya Panos a Agirî cerdevan Metîn Tunç (27) piştî ku Bîrsen Tunç (24) a ku pê re zewicî bû û tîyê xwe Fecrî Tunç (32) bi çekê qetil kir û Hatun Tunç û Nuriye Tunç jî bi giranî birîndar kir ji cihê bûyerê reviya.

Cerdevan Metîn Tunç duh danê sibê li gundê Qela Qulî ku lê dima, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Metîn Tûnç ê ku birin Midûriyeta Polîsan a Patnosê piştî îfadeya wî sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Metîn Tunç birin pêşberî Dadgerê Nobedar û hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa L a Patnosê.

Hate hînbûn ku Metîn Tûnç bi salan li dijî Bîrsen Tunç a ku pê re zewicî bû bi awayekî sîstematîk tundî bikar aniye.