Cenazeyê Rojvelat Kizmaz birin nexweşxaneyê
Cenazeyê Rojvelat Kizmaz ku ev sê rojbû li Êlihê winda bû û îro cenazeyê wê hate dîtin, birin morga Nexweşxaneya Lêkolîn ya Perwerde ya Êlihê.

Êlih – Cenazeyê jina ciwan Rojvelat Kizmaz a 26 salî di 9’ê Sibatê ve li Taxa Petrolê ya Êlihê di saet 10:30’an de dema ku ji mal derketibû êdî tu xeber jê nehat girtin, îro li Bendava Ilisu hate dîtin.
Cenazeyê Rojvelat Kizmaz derdora saet 13:00’an de anîn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Êlihê. Piştî hate zanîn ku cenaze li nexweşxaneyê ye, hejmarek zêde ya kesan berê xwe dan nexweşxaneyê.
Piştî kar û barên nexweşxaneyê bi dawî bû, wê cenazeyê Rojvelat Kizmaz li Gundê Hermes a Kerboranê bê definkirin.