Cenazeyê rojnemavan Gulistan Tara ber bi bakûrê Kurdistanê ve bi rê ket

Piştî 9 rojan îro cenazeyê rojnamevan Gulistan Tara hate wergirtin û bi merasîmek girseyî destpêkê ber bi Komapanya Çetir ku lê kar dikir ve bi rêket û piştre wê ber bi Bakurê Kurdistanê ve were şandin.

Silêmanî- 23’yê Tebaxê li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîta rojnamevanên çapemeniya azad ji aliyê balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk ya dagirker ve hatibû bombebarankirin. Di encam êrişê de her du rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Rêbîn Bekir bi giranî li gel 5 rojnamevanên din birîndar bibûn.

Di Heman rojê de cenazeyê rojnamevan Hêro Behadîn li Silêmaniyê hatibû veşartin. Îro piştî 9 rojan cenazeye rojnamevan  Gulistan Tara ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat wergirtin li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi beşdarbûna hejmarek berçav ya rojnamevan, çalakvan û kesayetên civakê, merasîmek bi heybet hate lidarxistin.

Di merasîmê de ji aliyê kompanya Çetir, malbata şehîd Gulistan û hevrêyên wê ve hinek peyam hatin pêşkêşkirin û tacegul danîn.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd Gulistan Tara ber bi Kompanya Çetir ku lê kar dikir bi rê ket û biryare ji wir jî ji bo bajarê Batman yê Bakurê Kurdistanê were şandin.

Şehîd Gulistan Tara zêdetirî 20 salan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di çapemeniya azad de xebatên giran biha meşand. Her wiha 3 salbûn di Kompanya Çetir de wek Şêwirmendê Medyayê alîkariyê dikir.