Cenazeyê rojnameger Gulistan Tara li Silopiyayê hat pêşwazîkirin

Cenazeyê rojnameger Gulîstan Tara ya di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, li Silopiyayê bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Cenazeyê Rojnameger Gulistan Tara ya di 23’ê Tebaxê de li nêzî navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê di êrîşa SÎHA’yê ya dewleta Tirk de hatibû qetilkirin, piştî merasîma li Silêmaniyê ji deriyê sînor ê Xabûrê anîn navçeya Silopiyayê.

Cenazeyê Gulistan Tara li deriyê sînor ê Xabûrê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de timî dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.
Piştî ku cenazeyê Gulistan hate wergirtin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Piştî otopsiyê wê cenazeyê Gulîstan Tara bişînin Elîhê.