Cenazeyê Rojîn Kabaîş li ser milê jinan hate definkirin

Li Wanê cenazeyê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûnê hatibû dîtin, li ser milê jinan li Goristana Yenîkoyê hate definkirin.

Amed- Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş ya 21 salî di 27’ê Îlonê de li Wanê winda bû û cenazeyê wê di roja 18’emîn de li gundê Molla Kasim li rex qeraxê Gola Wanê ji aliyên hemwelatiyekê ve hate dîtin. Cenazeyê Rojîn Kabaîş li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan ya Amedê hate definkirin.

Cenaze li ser milê jinan hate hilgirtin. Li goristanê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Jinan Rosa, rêveberên bajar û navçeyan yên Partiya Wekehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Alîkara serokê giştî ya ESP Beycan Taşkirina, Hevşaredarên Bajarê Mezin ya Amedê û hevserokên şaredariyên navçeyên Amedê, Hevseroka Şaredariya Bajarê mezin ya Wanê  Neslîhan Şedal û gelek welatî beşdar bûn.