Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilan hat derxistin
Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs ji bin kavilê Apartmana Sozel a 9 qatî ya li Semta Ofîsa navçeya Bajarênû hilweşiya, hate derxistin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230212-20230212-zilan-tigris-jpgf8bdbc-image-jpg8735fc-image.jpg)
Amed - Di erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 li Mereşê çêbûn, bandor li Amedê jî kir. Xebata lêgerîn û rizgarkirinê ya li avahiyên li Amedê hilweşiyayî berdewam dikin. Cenazeyê muzîkjen Zîlan Tîgrîs (Dîlek Kuçuker) di saetên şevê de ji bin kavilê Apartmana Sozel a 9 qatî ya li Kolana 2’yemîn a Kûrt Îsmaîlpaşa a li Taxa Kooperatîfler a Semta Ofîsa navçeya Bajarênû hilweşiya, hate derxistin.
Cenazeyê Tîgrîs a di roja 7’an a xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de hate derxistin wê îro li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezana Amedê bê veşartin. Di bin kavilên avahiyên Amedê de heta niha 298 kesan jiyana xwe ji dest da.