Cenazeyê Leyla Mistefa hat oxirkirin

Cenazeyê Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa li gundê wê Şawîk ê kantona Girê Spî hat oxirkirin.

Navenda Nûçeyan-Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa duh, dema di neştergeriyê re derbas dibû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest da.

Leyla Mistefa  di 12’ê Îlona 1988’an de ji dayik bû. Ji sala 2017’an ve ango piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ′ê  heta sala 2022’an weke hevseroka yekemîn a Meclisa Sivîl a Reqayê bû.

Leyla Mistefa di sala 2021′an de Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) wergirtibû.

Cenazeyê Leyla Mistefa îro li goristana gundê wê Şawîk ê kantona Girê Spî hat veşartin.