Cenazeyê Kader Acar a hat teşxîskirin nedan malbatê

Li Nisêbînê di teqîna ku di malek de çêbûbû Kader Acar a hat diyarkirin endama YJA-Starê ye jiyana xwe ji dest dabû. Tevî ku malbatê cenaze teşxîs kir jî testa DNA’yê ji wan hat xwestin û cenaze nedan malbatê.

Navenda Nûçeyan- Li Nisêbîna Mêrdînê di maleke li ser Kolana Sakaryayê de roja 25’ê Temûzê teqînek çêbûbû, di encamê de jineke ku hatibû diyarkirin endama YJA-Starê ye jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wê rakiribûn morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mêrdînê. Dû re tesbît bû ku endama YJA-Starê Kader Acar (Destan) e.

Malbata Kader Acar a ku li Cizîra Botan dijî îro hat Mêrdînê û cenaze teşxîs kir. Dayik û bav cenazeyê keça xwe teşxîs kirin lê tevî vê jî cenaze teslîmê malbatê nehat kirin. Ji malbatê hat xwestin ku ji bo DNA’yê xwînê bidin. Malbatê piştî ku ji bo mînak xwînê da vegeriyan Cizîra Botan.

Çi bûbû?

Li Nisêbîn Mêrdînê li ser Cadeya Sakaryayê, êvara 25’ê Temûzê, tîmên taybet avêtibûn ser malekê û dûr teqîn çêbûbû. Piştî teqînê hatibû diyarkirin ku jineke endama YJA-Starê jiyana xwe ji dest daye. Piştî bûyerê li Nisêbînê polîsan avêtibûn ser gelek malan û 9 kes hatibûn binçavkirin.

Roja bûyerê polîsan avêtibûn ser mala endama YJA-Starê lê bû, piştî ku li derî dabûn xwediyê malê derî vekiribû. Di wê navberê de dema ku polîsan banga “teslîmbûnê” lê kiribûn, ji bo ku kes zirarê nebîne berê xwe dabû odeyek ku kes lê tunebû û bombeyên li ser xwe teqandibû, teslîm nebûbû.

 Têkildarî bûyerê 9 kesên ku hatibûn binçavkirin bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.