Cenazeyê Garîbe Gezer li Kerboranê di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
Cenazeyê Garîbe Gezer duh bi şev bi tevlîbûna sedan kesî di bin dorpêça polîsan de li Kerboranê hat definkirin.
Mêrdîn - Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Kandirayê ya Kocaeliyê girtî bû û berê rastî tecawiz û îşkenceya zayendî hatibû, duh li hucreyê bi awayekî guman mirî hat dîtin. Piştî çalakiyan danê êvarê cenazeyê Garîbe Gezer anîn Mêrdînê. Pişt re malbat û jinên ku cenaze wergirtin ber bi Kerboran ve ketin rê. Dema cenazeyê Garîbe Gezer bi dehan wesayitan birin Kerboran, di rêde li gelek nokteyên polîsan ên nû hatin danîn hatin rawestandin û GBT hat kirin.
Dayik Halîme Gezer: Ez bi keça xwe serbilind im
Di dema ku bi sedan kes bi konvoya ku piştî kontrola GBT’ê û polîsan gihişt navçeyê hatin pêşwazîkirin, cenazeyê Garîbe Gezer careke din li ser milên jinan hate hilgirtin û li Mizgefta Seyîd Hesen wecîbeyên olî bi cih anîn. Dûvre dayika Garîbe Gezer Halîme Gezer a ku derket derenceyên mizgefte got, "Bese bila kes negirî. Ez bi keça xwe serbilind im. Li pişt wê negirîn, tilîliyan bikişînin.”
Cenaze di bin dorpêça polîsan de hat definkirin
Polîsan mudaxaleyî girseya ku xwestin cenazeyê ku bi dirûşmeyan anîn Goristana Seyîd Hesen defin bikin kir û nehêlan girse têkeve gotistanê ji ber wê jî hejmarek bisînor ji bo goristanê hat şandin. Cenazeyê Garîbe Gezer di bin dorpêça polîsan de hat definkirin.