Cenazeyê Evîn Goyî li Silêmanî bi girseyî hat pêşwazîkirin

Cenazeyê Emîne Kara (Evîn Goyî) ji Parîsê gihîşte Silêmaniyê. Merasîm li Mizgefta Ehmed Hacî Elî pêkhat û tevî şêniyên Wargeha Mexmûrê, hejmareke zêde ji Kurdistaniyên Bakur û Başûrê Kurdistanê tevlî merasîmê bûn.

Silêmanî – Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil ku 23’yê Kanûna sala 2022’yan bi êrîşeke çekdarî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Ahmet Kaya hatin qetilkirin, dûh bi merasîmekê li banliyoya Vîllers-le-Belle a Parîsê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve ber bi Kurdistanê ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî bi riya Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê îro gihîşte Silêmaniyê.

Cenazeyê Evîn Goyî bi merasîmeke girseyî hate pêşwazîkirin.

Di merasîmê de li ser navê malbata Emîne Kara, xaleta wê Medîne Kara axivî. Medîne Kara di destpêka axaftina xwe de komkojiya dûyem ya Parîsê şermezar kir û wiha got: “Ez spasiya hemû kesên ku di merasîmê de amade bûne dikim û di nava malbata Evînê de ev şehîdê 60’emîn e, hêviya me ew e ku ev Şehîd Evîn bibe şehîdê dawî yê Kurdistanê û Kurdistan azad bibe û dijminê gelê Kurd tune bibe.”

Di merasîmê de dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî”  û “Tolhildan” hatin berzkirin.

Cenaze ji balafirgehê rakirin Mizgefta Ehmed Hacî Elî û li wir piştî rêûresma olî berbi Şehîdgeha Qendîlê ve hate oxirkirin.

Cenazeyê Şehîd Evîn Goyî wê li Şehîliga Qendîlê bi tevlîbûna malbata wê û welatparêzan bi merasîmekê were veşartin.