Cenazeyê Artînê 15 mehî hat dîtin
Cenazeyê Artînê 15 mehî yê tevî malbata xwe di keştiyê de noqî avê bûbûn û hemû ferdên malbatê xeniqîbûn hat dîtin.
Cenazeyê Artînê 15 mehî yê tevî malbata xwe di keştiyê de noqî avê bûbûn û hemû ferdên malbatê xeniqîbûn hat dîtin.
Navenda Nûçeyan - Cenazê zarokê bi navê Artîn ê dema bi malbata xwe re ji Fransayê diçûn Îngilistanê, ji ber ku keştî noqî binê avê bû, winda bûbû hat dîtin. Malbata Kurd a ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ji Rasol Îran-Nejad ê 35 salî, Shîva Mohammed Panahî ya 35 salî û zarokên wan Anîta ya 9 salî, Armîn a 6 salî û Artîn ê 15 mehî pêk dihat hemû di wê keştiyê de xeniqîbûn. Cenazeyên hemûyan hatibûn dîtin, lê Artîn winda bû. Li gorî agahiyên ekîbên lêgerînê yên Norwêcê cesedê Artîn li nêzî Karmoyê li qiraxa başûrê rojavayê welêt ji aliyê du karmendan ve serê salê hatibû dîtin. Di encama testa DNA'yê de eşkere bû ku cesed ê Artîn e.
Dê cenazeyên malbata Artîn ji aliyê xizmên wî yên li Ewropayê ve ji bajarê wan Serdeştê re bê şandin.