Cenazeya Rojîn Kabaiş piştî 18 rojan hat dîtin

Cenazeya xwendekara Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil Rojîn Kabaiş li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.

Wan – Rojîn Kabaiş a 21 salî, xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (Van YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê, piştî ku di 27'ê Îlonê de ji wargeha ku lê dima, careke din agahî jê nehat. Cenazeyê Rojîn piştî lêgerîna 18 rojan li qeraxa Gola Wanê hat dîtin.

Piştî windakirina Rojîn xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Di roja 13'an a lêgerînê de, piştî ku li qeraxa golê laçika ku tê texmînkirin aîdî Rojînê ye hat dîtin, lêgerîn zêde bû. Herî dawî agahî hat dayîn ku li peravê Taxa Mollakasim a navçeya Tuşbayê cenazeyek heye. Ekîbên sewqî cihê bûyerê hatin kirin diyar kirin ku cenaze yê Rojînê ye.