Cenazeya parêzvana mafên jinên Kurd Melîke Alp piştî 9 rojan hat derxistin
Di roja 9’emîn xirabeya ku ji ber hilweşîna Navenda Karsaziyê ya Diyar Galeria ya di erdhejê de pekhat, cenazeya parêzvana mafên jinan a Kurd û mafên mirovan Melîke Alp hate derxistin.
Amed- Cenazeya Aktîvîsta jin a Kurd û Endama Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Melîke Alp, ji xirabeya Navenda Karsaziya Diyar Galeria ya ku li kolana Xarpetê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ku di erdheja bi pileya 7,7 û 7,6 navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê hilweşiya, di roja 9’emîn de hat derxistin.
Komeleya Jinê ya Rosa ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi van gotinan nûçeya wefata Melîke Alp, ragihand: "Me yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz ya komeleya yekemîn ya tevgera jinên Kurd, Seroka yekemîn Komîsyona Jinan a HADEPê, aktîvîsta mafên mirovan #MelikeAlp winda kir." Em pir xemgîn in. Em sersaxî ji malbat, hezkiriyên wê û hemû parêzvanên mafên mirovan re dixwazin.”
'Em ê wê bi têkoşîna wê bi bîr bînin'
Şaxa İHD’ê ya Amedê jî ev parve kirin kir: “Em ji ber karesata #erdhejê, windakirina parêzvana me ya mafên mirovan û endama me Melîke Alp gelek xemgîn in. Em sersaxiyê ji xizm, hezkiriyên wê û tevahiya civaka parêzvan re dixwazin. Em ê wê bi têkoşîna wê bi bîr bînin.”
Duh cenazeyê Endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Serhan Ozdemîr ê tevî malbata xwe ya 8 kesî di bine xirabeya qata 5'emîn a Galerîa de mabû, piştî 9 rojan hat dîtin. Xizmêk Serhan diyar kiribû ku Samed, Suheylan, Fatoş, Serrah, Nehîr, Irmak, Serhan û Buket Ozdemîr di bin xirbeyan de mane û bertek nîşanî hêdî meşandina xebatan dabû. Her wiha hat diyarkirin ku hemû endamên malbatê yên di bin kavilan de mane jî jiyana xwe ji dest dane.