Cenazê Gulîstanê sipartin axê

Dayika Gulîstan Şaylemez a ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ve hatibû qetilkirin cenazê wê girt û li Goristana Yenikoyê sipart axê.

 
Amed - Gulîstan Şaylemez a ku 15’ê sibatê  li Amedê hatibû qetilkirin birayê wê Abdullah Şaylemez ê ew qetilkirî hatibû girtin. Cenazê Gulîstanê jî 3 rojan li morgê mabû. Hat zanîn ku bi mêrê di sala 2014’an de li Elmanyayê pêre zewicîbû re pirsgirêk jiyabû û piştî salekê berdabû. Gulîstan a piştî hatibû berdan ji aliyê mêrên malbatê ve dihat tehdîdkirin û rastî şidetê dihat, çend meh berê vegeriyabû Amedê. Ji ber tehdîdan giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û mirovê xwe Adil S. kiribû, derket holê berî bê qetilkirin bi 10 rojan îfade daye.
Piştî 3 rojan diya wê ji Elmanya hat û cenazê wê ji morga Nexweşxana Selahadin Eyubi ya Dewletê girt û li Goristana Yenikoyê ya Amedê defin kir.