Cemaata bi destdirêjiyê tê nasîn di hilbijartinê de piştgiriyê dide Erdogan
Cemaata Îsmaîlaga ya Weqfa Hîranûr a bi zewicandina H.K.G. ya 6 salî û bi salan bi destdirêjiyê re rû bi rû mayîna wê re ket rojevê girêdayî wî ye, daxuyand ku ew ê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tayîp Erdogan ê Serokomarî AKP’yî.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230429-20230429-ismailaga-jpgb50e79-image-jpg06be08-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Cemaata Îsmaîlaga ya girêdayî Weqfa Hîranûr a bi zewicandina H.K.G. ya 6 salî û bi salan bi destdirêjiyê re rû bi rû mayîna wê re ket rojeva Tirkiyê, daxuyand ku ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştgiriyê bidin Tayîp Erdogan ê Serokomarî AKP’yî.
Derketibû holê ku keça avakerê Weqfa Hîranûr ê girêdayî cemaata Îsmaîlaga Yusuf Ziya Gumuşel, H.K.G. dema 6 salî buye bi endamê cemaatê Kadîr Îsteklî re hatiye zewicandin û bi salan rastî destdirêjiyê hatiye.