Cara yekem jinek dibe serokkomara Slovenya
Nataşa Pirc Musar, ji sedî 53,86 ê dengan stend û bû yekemîn serokomara jin a welat.

Navenda Nûçeyan - Nataşa Pirc Musar a ku li Slovenyayê beşdarî hilbijartinan bû, wek serokomara nû û yekem a jin ya welat hat hilbijartin.
Li gorî daneyên Komîsyona Hilbijartinê ya Dewletê ya li Slovenyayê li welat ji sedî 99’ê dengan hat jimartin. Ji du namzetên ji tura duyemîn re ma, namzeda serbixwe Nataša Pirc Musar ku pitgiriya Partiya Korsan a Slovenyayê û Partiya Keskan a Ewropayê girt, ji sedî 53,86’ê dengan wergirt û baraja ji sedî 50’î derbas kir. Nataša Pirc Musar bû yekemin serokomara jin a welat.
Serkeftina xwe ragihand
Nataša Pirc Musar a 54 salî ku wek “Jina Hesîn” jî tê naskirin, di hilbijartinen serokomar de serkeftina xwe rahigihand, di yekemîn daxuyaniya xwe de diyar kir ku Slovenya hêjayî serokomarekî ku diyalogek bi biryar, rast, jidil, xweşbinî û rêzdar biparêze ye. Nataša Pirc Musar, wiha got: “Di gerina xwe ya ku 5 mehên dawî li Slovenya xwe ya xweş pêkanî de, min ji hemwelatiyan bihîst ku serokomarek serbixwe û astengiya wê/wî ya siyasî nîne dixwazin. Ez difikirim ku îro di sindoxan de vê îradeyê anîne ziman.”
Nataša Pirc Musar kî ye?
Nataša Pirc Musar, di dîroka 9’ê Gulana 1968’an de li Ljubljanê dayik bû. Di 1992’an de di zanîngeha Ljubljanê Fakûlteya Hiqûqê de xwend. Di 1997’an de ezmûna baroyê derbas kir û piştre di televîzyona Slovenyayê dest bi xebatê kir. Li zanîngeha Salfor ya li Manchesterê du serdem perwerdeya xwe berdewam kir û divê pêvajoyê de li BBC, Granada TV, Sky News, Reuters Tv û Border Tv’yê de xebitî. Di sala 2015’an de ji Zanîngeha Viyana di qada hiqûqê de pileya doktorayê girt. Di pêvajoya serokatiya hevjinê xwe de parêzertiya Melania Trump kir. Di 23’ê Hezîrana 2022’an de, di hilbijartinên Slovenyayê de wek namzeta serbixwe, namzetiya xwe ya Serokomariya Slovenyayê ragihand. Bû yekemîn kesê ku namzetiya xwe serokatî ragihand û ji aliyê serokomarê berê ya Slovenyayê Milan Kocan û Danilo Tirk ve hat piştgirî kirin.