Cangoriyên komkujiya Parîsê li Til Temirê hatin bibîranîn

Îro bi armanca bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 10'emîn salvegera şehadeta wan de ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin, Kongra Star civînek ji pêkhateyên Til Temirê re lidar xist.

Hesekê - Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê MÎT ê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Her wiha di 23'ê Kanûna 2022'an de jî komkujiyeke din li heman bajarî pêk hat ku di encamê de yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jin a Kurd Evîn Goyî, Hûnermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêz Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Îro bi armanca bibîranîna cangoriyên komkujiyên Parîsê Kongra Star navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji pêkhateyên Til Temirê re lidar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin û tamaşekirina sinivizyona li ser jiyana her sê jinan vedigot, Endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Hesekê Hêvîdar Herekol axivî.

‘Sakîne Cansiz bû sembola jina azad’

Hevîdar herekol destnîşan kir ku ger mît ê Tirk rihet rihet dikarin dest û mile xwe bihejînin û pêşengên me hedefbigrin, ew welat jî hevkarê komkujiyan e

Hêvîdar Herekol di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Kesayeta Ş.Sakîne Cansiz kesayeteke wiha bû ku her pêşeng bû, rêhevaltiyeke rast bi zarok û kesên temen mezin û her zindiyê re dikir. Sakîne Cansiz ji bo hemû jinan dibûn mînak û sembola jineke azad, wêrek û fedekar bû. Bi keda Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla doza gelê Kurd li tevahî Ewropayê hat belavkirin. Dîsa careke din destê îxanet û faşîzmê dirêjî rêhevalên me hatin kirin, dîsa Evîn Goyî û du hevalên wê hatin qetilkirin. Evîn Goyî jî xwedî mîras û têkoşîneke pir dewlemend bû di tevgera azadiyê de."

‘Ewropa ne cîhê aramî û aşitiyê ye’

Hêvîdar Herekol wiha gotinê xwe bi dawî kir: "Ewropayê ne cihê aramî û aşîtiyê ye, her kesa/ê ku behsa aşîtiyê û demokrasiyê dike tê hedefgirtin. Her wiha li Ewropayê mîtên dewleta tirk rihet rihet dikarin dest û milê xwe bihejînin û tevbigerin, pêşengên me hedef bigrin. Ger wiha rihet tevdigerin wê demê ew welat jî hevkarê van komkujiyan e. Divê ku em hesabê van komkujiyan bi bilindkirina asta têkoşînê bipirsin û rê nedin careke din tiştekî wiha biqawime."

Civîn bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.