Cangoriyên komkujiya Parîsê li Kerkukê hatin bibîranîn

Li bajarê Kerkukê cangoriyên komkujiya Parîsê hatin bibîranîn. Di bîranînê de semînerek li ser têkoşîn û jiyana şehîd Sakîne Cansiz hat dayîn.

Kerkuk- Duh li bajarê Kerkukê şehîdên Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin, bi semînerekê hatin bibîranîn.

Semînerê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdan dest pê kir û sînevîzyonek li ser jiyana Sakîne Cansiz hat pêşndan.

Endama Tevgera Azadiya komeleya Kurdistanê Ronak Mecîd semîner da û behsa jiyan û xebata Sakîne Cansiz kir û got: “Şehîd Sakîne di sala 1970’an de beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bû, li gel jinek din cara yekem beşdarî kongreya partiya Karkerên Kurdistanê bû, piştre di salên 80’an de tê girtin û 10 sala di girtîgeha Amedê dimîne, di dema girtîgehê de ji aliyê dewleta Tirk ya dagiker ve rastî hemû cîrên işkenceyê tê. ji ber Sakîne Cansiz û hevalên xwe jinên pêşneg bûn her dem ji bo doza Kurdan dixebitin û jinan hişyar dikirin û dijmin jî ji kesên hişyar ditirsin loma wan dikin hedef.”

‘Jinên Kurd her pêşeng in’

Endama desteya bilind a jinên Zehmetkêşanên Kerkukê Bêxal Fewzî Salih diyar kir ku sê jinên pêşeng bi planek ji aliyê dewleta tirk ve hatin qetilkirin û wiha got: “Ew Kurd bûn û jinên Kurd her dem pêşeng in, ji ber wê dijminên Kurdan pêşengan dikin hedef û dixwazin ziman û çanda Kurdî tune bikin. qetilkirina van sê jinên têkoşer bandorek li ser hemû Kurdan kir lê belê em ê xebat û têkoşîna Sakîne Cansiz û hevalên wê berdewam bikin.”

‘Divê jin hev bigrin û xebatan bikin’

Nesrîn Rehmet wiha got: “Ez daxwazê li hemû jinan dikim ku weke şehîd Sakîne Cansiz wêrek bin û şoreşê bikin, guh nedin gotinên kesê û têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê jin hev bigrin û beşdarî rêxistin û kombûnan bibin. Divê jin li dijî komkujiya ku li hemberî Kurdan li welat û ji derveyî welat tê kirin dengê xwe derbixin û helwesta xwe nîşan bidin.”