Canan Çalagan: Werin em dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' bigihîjînin hemu jinan

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk Canan Çalagan têkilarî kongreya partiya xwe ya ku di 15’ê Cotmehê de bê lidarxistin wiha got: “Werin em dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li derveyî salona kongreyê biqîrin û careke din bigihîjînin hemû jinan.”

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) Canan Çalagan li avahiya Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê rojevê de nirxandin kir. Canan Çalagan diyar kir ku ew hîn bûne danê sibehê di serdegirtina mala wan de endama meclisa jinan Hacer Elçîn jî di nav de gelek kes hatine binçavkirin û anî ziman ku li dijî hemû muxalifên ku ji bo wekhevî, demokrasî û azadiyê têkoşîna xwe dimeşînin careke din bi operasyonên çewisandin û tirsandinê re rû bi rû mane. Canan Çalagan xwest kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.

‘PDK êrişî gelê xwe dike’

Canan Çalagan di berdewamiya axaftina xwe de Jîna Emînî ya di 16’ê Îlona sala borî de li Îranê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin û Nûnerê KNK’ê Denîz Cevdet Bulbul ku di êrîşa çekdarî ya li hemberî avahiya KNK’ê ya li Hewlêrê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got:

“Hêzên tarî ku par li Silêmaniyê Nagîhan Akarsel qetil kirin, îro li Hewlêrê ketin dewrê. Li aliyekî komkujî ji aliyê hêzên tarî yên paramîlîter ve tên kirin, li aliyê din êrişên PDK’ê yên li dijî gelê Kurd her ku diçe zêde dibin. Tu polîtîkayeke ku bi hevkarîkirina bi kesên ku êrişî destkeftî û nirxên gelê Kurd û jinên Kurd dikin û berjewendiyên xwe li pêşiya berjewendiyên gelan didin meşandin, heta niha bi ser neketiye. Yên ku ev êrişên qirêj kirin wek lekeyeke reş di rûpelên dîrokê de hatin bibîranîn. Divê neyê jibîrkirin ku; Her êrişeke ku li hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin, êrîşeke li dijî têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd e. Tê wateya kerkirina dengê dayîkên ku bi salan e li dijî her cure zilmê dest ji têkoşîna xwe ya bi rûmet û aştiyê bernedane. Pejirandina polîtîkayên şerê qirêj ê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ser dijminatiya Kurdan û jinan e. Binêrin, PDK êrişî gelê xwe yê li Herêma Kurdistanê dike, yên ku vê êrişê protesto dikin, bi tundiya desthilatdariya AKP-MHP’’ê re rû bi rû ne. Bi dehan hevrêyên me yên jin ji ber van êrişan protesto kirin di bin îşkenceyê de hatin binçavkirin. Em careke din dibêjin. Wê li hemberî destkeftiyên gelê Kurd û jinên Kurd, ne siyaseta hevpar wê têkoşîna me ya demokrasî, wekhevî û azadiyê bi ser bikeve. Têkoşîna me ya jinan wê bi ser bikeve.”

‘Em ê nehêlin îşkence bê veşartin’

Canan Çalagan, anî ziman ku dewlet di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinan de di dijminatiyê de tu sînoran nas nake û bal kişand ser îşkenceya li jinên Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ya Agiriyê tên kirin û got:

“Yên ku ev rêbaza îşkenceyê bikar anîne di bîra me de ne. Em baş dizanin ku îro şopdarên wan li ser kar in. Kesên ku duh ev îşkence kirin wekî ku tiştek çênebûye hatin berdan, li ser kesên ku bi heman zîhniyetê ev sûc kirine tu cezayên sûc nehatin birîn. Lê girtiyên jin ên ku vê îşkenceyê îfşa kirin, sirgûnî girtîgehên din hatin kirin. Em careke din teqez dikin ku em ê ji bo azadiya hemû rêhevalên xwe yên jin ên ji ber têkoşîna azadiya jinan di girtîgehan de dîl tên girtin dest ji têkoşînê bernedin. Em ê rê nedin ev îşkenceya li ser girtiyên jin tê kirin bê veşartin. Hefteya borî guhertoyek din a heman polîtîkaya bêcezakirinê li Mêrdînê jî pêk hat. Sê mêrên ku yek ji wan cerdevan bû, bi awayekî sîstematîk tecawizê jineke 22 salî kiribûn, hatin berdan. Em kesên ku sûcê li dijî jinan dikin careke din îfşa dikin. Vê bûyerê careke din nîşan da ku daraza mêr a ku bi polîtîkayên zayendperest ên hikûmetê bi hêz dibe, sûcdarên li dijî jinan bi zirxên bêcezakirinê diparêze.”

‘Hûn nikarin mafên me yên bidestxistî desteser bikin’

Canan Çalagan, anî ziman ku darazê bêcezakirina sûcên li dijî jinan hilbijartiye û got: “Tenê di 8 mehên destpêkê yên salê de 271 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Hikûmeta heyî li şûna polîtîkayên pêşîlêgirtinê ji bo pêşî li van komkujiyan bigire, mafên jinan ên bidestxistî desteser dike.” Canan Çalagan di axaftina xwe de bal kişand ser îfadeyên nefeqeyê yên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî û wiha got:

“Em careke din erka Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî tînin bîra wî. Karê we ne ew e ku hûn çav berdin ser mafên jinan ên bi dest xistine. Erka we ew e ku hûn van mafan biparêzin û mezin bikin. Ne ji holêrakirina mafê nefeqeyê ku li gorî dahatê hatiye diyarkirin lê ferzkirina cezayên pêwîst li ser mêrên ku vê nefeqeyê nadin. Îro gelek mêr dev ji nefeqedayîna jinan berde, nefeqeya ku divê ji bo zarokan bê dayîn jî nadin. Em ê tu carî destûrê nedin ku hûn mafên me yên bidestxistî, desteser bikin. Divê gumana kesê tunebe ku em ê mafên xwe yên desteserkirî paşve bistînin.”

Canan Çalagan bi bîr xist ku dê bi projeya ÇEDES’ê li dibistanan îmam bên tayînkirin û got: “Pêkanîna projeyên wekî ÇEDES’ê nîşaneya hewldana dewletê ya ji bo dîzaynkirina civakê bi saziyên olî û perwerdeyê ye. Em ê derfetên wekhev di perwerdeyê de li ku bin jî biparêzin û em rê nadin ku hûn îro û pêşeroja zarok û ciwanan bi rejîma tekane tarî bikin.”

Banga beşdarbûna kongreyê

Canan Çalagan bang li jinan kir ku partiya wan wê di 15’ê Cotmeha 2023'an de li Stadyûma Enqereyê kongreya xwe ya mezin pêk bîne û got: “Werin em hemû salona kongreyê veguherînin cihê ku dengê jinan û serhildanê lê bicivin. Werin em bi yekbûna li dora partiya xwe têkoşîn û rêxistina xwe ya azadiya jinê mezin bikin. Werin em dirûşmên xwe yên ‘Jin Jiyan Azadî’ ji salona kongreyê derbixin û careke din bigihînin hemû jinan. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêrên serdest a li dijî jinan li kongereya xwe xwedî derbikevin.”