CİSST'ê têkildarî pirsgirêkên girtîgeh û girtiyan bang kir

CİSST'ê bal kişand ku partiyan di rojeva hilbijartinê de pirsgirêkên girtîgeh û girtiyan bi awayek têrker naynin rojevê û pêşniyara ji 10 xalan pêk tê pêşkeş kir.

Stenbol- Di 14’ê Gulanê ku dê hilbijartinên serokomariyê û hilbijartinên serdema 28’emîn a giştî ya parlamentoyê de di 195 hezar û 705 sindoqan de bi tevahî 64 milyon û 191 hezar û 285 hilbijêr dê dengên xwe bidin. Bi hezaran girtiyên li girtîgehan jî di nava hilbijêrên ku dê dengê xwe bidin de cih digrin.

Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayan de (CISST) di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku çavderî kirine ku di rojeva hilbijartinên Tirkiyeyê de pirsgirêkên girtîgeh û girtiyan bi têra xwe nehatiye rojev kirin û partiyên siyasî yên amadekariya hilbijartinê dikin di beyannameyên xwe yên hilbijartinê de têra xwe cîh nadin vê mijarê. CISST’ê balkişand pirsgirêkên di hemên dawî de girtîgehên tên jiyîn û pêşniyarek ji 10 xalan pêk tê kir.

'Qanûna efûyê ya giştî nehat nîqaşkirin'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pirsgirêka qerebalixbûna li girtîgehan di asta krîtîk de ye û hat destnîşankirin ku qanûna efûya giştî ya girtiyan nehatiye nîqaşkirin û ev pêşniyar hatin kirin: “Di vê xalê de divê em diyar bikin ku qanûna efûyê li gorî pîvanên mafên mirovan were amadekirin û divê di navbera girtiyan de bêyî cudahî bê kirin were amadekirin. Qanûna efûyê ya vederkirin ku girtiyên siyasî derve dihelê û bi cudakirina sûcan pêk were, dê mantiqa efûya giştî pêkneyne û di înfazê de prensîba wekheviya înfazê binpê bike.” Di daxuyaniyê de pêşniyarên din ên wiha hatin rêz kirin:

"*Destpêke; Em daxwaza efûyeke giştî ya bêyî cudakar ku di nava girtiyan de li gorî cureyê sûc cudahî nake û girtiyên siyasî derveyî qanûnê nagre daxwaz dikin.

* Divê temenê herî kêm ê cezakirinê di pergala dadweriya tawanan de bi awayekî ku berjewendiyên zarokan li ber çavan bigire, mînakên pratîka baş li ber çavan bigire.

*Di vê xalê de; divê mafê hevdîtina bidimen a 30 deqeya bê cudahî mafekî ku hemû girtiyan jê sûd werbigirin ji nû ve bê pênasekirin.

*Bi taybetî rawestandina înşaetên Saziya Înfazê ya Tîpa S û Y; saziyên Cezayê yên Tîpa S û Y yên ku ji bo karanînê hatine vekirin, ji ber ku qanûnên înfazê yên nûjen û qanûnên înfazê bi awayekî eşkere qedexe dike û bibe bingeha îzolasyon a cezayê divê bên girtin an jî ji aliyê mîmarî ve bên sererastkirin.

*Di vî warî de; divê girêdayî raporên bi nakok û nezanistî yên ji aliyê ATK'ê ve hatine amadekirin nemînin, divê raporên ku ji nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê yên girêdayî zanîngehan hatine wergirtin ji bo taloqkirina înfazê têrkêr be.

*Wekî ku di Rêzikên Mandela de hatî destnîşan kirin, pêvajoyên ku bi biryarên klînîkî ve girêdayî ne, divê ji beşdarbûn û çavdêriya komîteyek pispor ku bi tevahî serxwebûna klînîkî û bi kalîte têra xwe tevdigerin, vekirî be.

* Divê îfadeya "di warê ewlekariya civak de dê xeteriyeke cidî û şênber ava neke " ya ku dibe sedema nirxandinên subjektîf, bê rakirin.

*Divê pêkanînên tecrîd û îzolasyon ên ku piştî Covîd-19’ê li girtîgehan tên sepandin ku tu bingehek hiqûqî nîne bên rakirin.

* Pîvana "xerabkirina dîsîplîn, nîzam an ewlekariya saziyê, astengkirina pêkanîna armanca başkirina mehkûman" ku di xala 62/3 ya qanûna înfazê ya bi hejmara 5275'an de cih digire û di mijara mafê wergirtina agahiyan ya kesan de dibe sedema muxlaq, li gorî mafên neteweyî û navneteweyî, divê bi nêzîkatî bingeha maf were sererast kirin.

*Di vê aliyê de, divê di hemû girtîgehan de wek li girtîgehên Tîpa R beşek zêde bê avakirin.

*Ji bo girtiyên ku cezayê muebbetê ya girankirî girtine, mafê xebatê yê di çarçoveya prensîba wekheviyê de bê tertîb kirin û binpêkirina mafan ji holê bê rakirin.

* Ji girtiyên cezayê muebbetê yên giran hatiye dayîn re, divê mafê têkiliya bi malbatên xwe re bê dayîn û mafê hevdîtina bi telefonê bê zêdekirin û li her hefte bê pêkanîn.”