“Bûyerên destdirêjiryê wê rihê berxwedêr ê jinên Sûdanê neşikîne”
Di eşkerekirina raporekê de hat hînbûn ku di çalakiyên beriya çend rojan li Sûdanê ji bo şermezarkirina desthilatdariya leşkerî hatibûn lidarxistin de 8 jinên ciwan hatine tecawîz kirin. Dema ev bûyer di raya giştî de hat bihîstin 23'ê kanûnê li sê deverên cuda yên paytexta Sûdan Xartûmê çalakî hatin lidarxistin û gelek daxuyaniyên fermî hatin dayîn. Girêdayî mijarê çalakvana Sûdanî û sekretêra Siyasî ya partiya Şûiyan a Sûdanê Şadiya Abd El-Minam nirxandin kir û got: “Bi vê yekê hewil didin rê li ber derketina jinan bigirin. Dê bi van kirinên xwe nikarin rihê berxwedêr ê jinên Sûdanê bişkênin.”
Navenda Nûçeyan - Beriya çend rojan li Sûdanê ji bo şermezarkirina desthilatdariya leşkerî xwepêşandan hatibûn lidarxistin, di eşkerekirina raporekê de hate diyarkirin ku jinên tevlî xwepêşandanê bibûn ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî destdirêjiyê hatine. Bûyerên destdirêjiyê di çapa navneteweyî de rastî nerazîbûnên tund hatin. Girêdayî mijarê çalakvana Sûdanî û sekretêra Siyasî ya partiya Şûiyan a Sûdanê Şadiya Abd El-Minam ji ajansa me re axivî.
"destdirêjiya li ser jinên xwepêşandan dikin ji bo çavtirsandinê kirine"
Şadiya Abd El-Minam ev bûyer weke tirsa deshilatê ya ji pêşengiya jinan a di xwepêşandanan de binav kirin û wiha domand: “Ev bûyerên destdirêjiyê beşeke ji tirs û nefreta deshilatê ya ji xwepêşandanên 11’ê Nîsana 2019’an ku di asta şoreşê debûne. Em dizanin ku bi sedsalan ne di şeran de tundiya zayendî û destdirêjî li ser jinan hatiye kirin. Deshilatê timî bi vê rêzabê xwe di aliyê siyasî, aborî û civakî de li ser gelan ferz kiriye."
"Şîdeta fîzîkî weke çekê li dijî çalakvan hatiye bikaranîn"
Çalakvan Şadiya Abd El-Minam wiha dirêjî da gotinên xwe: "Bikaranîna destdirêjiyê û şîdeta fîzîkî weke çekek li dijî çalakvan, siyasetmedar û kesên beşdarî xwepêşandanan bûne hatiye bikaranîn. Ev jî li ser bingeha qewimandina destirêjiyê an jî fikrandina dibe ku bi serê jinan de wer kirin û bandora wê li ser her kesî dike, bi taybet jî mexdûran. Ev taktîkek pir xirab e, malbatan neçar dike ku rê li ber derketina keçan bigirtin, bi taybet ji ber ku civaka Sûdanê di van wanran de hindekî hesase û mûhafezekare. Ev tiştên ku rûdan weke êrîşa fîzîıkî, tecawiz wesîleya tirsandina malbatê ye."
"Ezê hêza xwe bidim eşkerekirina bûyerên di xwepêşandanê de qewimîn"
Çalakvan Şadiya şideta zayendî bi hemû rêbazên wê û di her demê de şermezar kir û wiha got: “Ez destdirêjiya ku desthilatdar weke çek li dijî kesên sivîl ên ku tevlî xwepêşandana dibin û çalakvanan bi kar tînin şermezar dikim. Ez ê ne tenê şermezar bikim lê ezê erka xwe ji bo eşkerekirina van tewanên hovane pêk bînim û bi hevalên xwe yên di gelek rêxistinên jinan, rêxistinên pêwendîdar û hêzên siyasî yên aktif de cîh digirin ji bo berpirsyariya vî sûcî derbeya siyasî bipirsin ku hemû sûcdar hesab bidin. Jer wiha ji bo bidawîkirina vî sûcî pêwiste sîstematîk xebat bê kirin. Ev sûcên hevone wê berxwedana şoreşgerî neşikîne. Dê li hemberî vîna gel bi ser nekeve ku xwepêşandanên bi biryardarî ji bo hilweşandina darbekaran li qadanin. Dê deshilat di kirinên xwe yên qirêj de bi ser nekeve ku malbatan ji xewnên keç û kurên wan veqetîne. Emê di avakirina civaka sivîl a ku dadmendî, aştî û jîyanek bi ewle ji bo jinan garantî dike de bi israrbin."
Çalakvan Şadiya Abd El-Minam di dawiya axaftinên xwe de bal kişand ser wê yekê ku bidawîkina tawanên weke destdirêjiyê ne bi rêka pêşîlêgirtina jiyana jinan û berfirehkirina serdestiya baviksalarî li ser jinan û ferzkirina serpereştiya li ser hilbijartinên wan wê pêk were lê bi rûbirûbûna sedemên zehmet û tevlîhev bi wêrekî, objektîv û sebirê ye, ev jî bi despêkirina xebata cidî ji bo hilweşandina desthilatdariya derbeyê, her wiha pêkanîna xebatekî ji dil a ji bo avakirina hikumeteke veguhêz û destûrek veguhêz ku rê li ber dezgehên dadwerî yên serbixwe û bê alî veke û li ser avakirina saziyên veguhêz kar bike û ber bi dewleteke sivîl a demokratîk ve bibe.
8 jinên ku di xwepêşandanê de amade bûn rastî destdirêjiyê hatine
Rêvebira Yekîneya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan li Sûdanê Selîma El-Xelîfa jî eşkere kiribû ku heyeta girêdayî wezareta pêşketina civakî belge kiriye ku 8 keçên ciwan di dema beşdarbûna xwepêşandana 18'ê kanûnê de ji bo daxwaza hikumeteke sivîl û redkirina derbeya leşkerî hatibû lidarxistinbûne ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî destdirêjiyê hatine.
Piştgiriya nevneteweyî
Berdevka mektebeya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Liz Throssell behsa raporên girêdayî mijarê gihane ber destê wan kir ku ev rapor pir balkêşin û wekî "hişyarker" binav kir û destnîşan kir ku 13 keçên ciwan dema di demên li nêzî qesra serokê Sûdanê ya li Xartûmê xwepêşandan dikirin û demên ku rastî êrîşan dihatin hewil didan ji cihê bûyerê birevin rastî tundiya fîzîkî û tacîzê hatine.
Her wiha yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û 5 welatên din di 23'ê kanûnên de bi daxuyaniyekê tundûtûjiya zayendî li dijî jinan di xwepêşandanên vê dawiyê yên Sûdanê hatîn kirin de şermezar kirin.
"Jinên Sûdanî wê li hember destdirêjiya hatî kirin têkoşîna xwe bilindtir bikin"
Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Sûdanê li ser hesbên xwe yê fermî daxwiyaniyek weşand û di daxwiyaniyê de wiha got: "Jinên Sûdanî û hevalbendên wan wê li dijî tundiya zayendî, tacîz û destdirêjiya ku di xwepêşandanên 19'ê Kanûnê de pêk hatin dakevin kolanan û tekoşîna xwe bilindtir bikin.” Kanada, Yekîtiya Ewropî, Norwêc, Swîsre, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî bi tundî bikaranîna Şîdeta zayendî wekî çek ji bo bêdengkirina dengên jinan û durxistina jinan ji xwepêşandanê şermezar kirin.
Di daxuyaniyên hatin dayîn de bang li rayedarên Sûdanê kir ku lêkolînek tam û serbixwe li ser raporên bûyerên tundûtûjiyê bikin û tekezî li ser pêwîstiya dayîna mafê azadiya raderbirîna siyasî û xwepêşandanan bêyî ku rastî tundûtûjiyê bên, ji welstiyên Sûdanê re bê dayîn.
Tikildarî heman mijarê komîsyona niştimanî ya mafên mirovan jî daxwaz ji hikûmetê kir ku lêkolîneke bê alî û şefaf bike û bi lezgînî hemû tewanbaran radestî dadgehê bike û daxwaz ji mexdûran jî kirin ku tecawîzkaran eşkere bikin.