"Bûyera 25'ê Mijdarê rojane di herêmên dagirkirî de xwe dubare dike"
Rêveberiya Akadimiya Perwerdê ya Kongre Star a bajarê Helebê Jiyan Berkel di derbarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê de axivî û wiha got: "Ev roj roja têkoşîna jinê ya li dijî şîdetê ye. Raste dîroka vê rojê bi êşe lê di vê rojê de têkoşîna jinê despêkir û heya niha berdewam e. Di meha Mijdarê de em gelek çalakiyan li dar dixin, hemû jin radibin ser piyan û dadikevin qadan. Em hewil didin berxwedaniya jinên têkoşer mîna her sê Xuşkên Mirabel domdar bikin"
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Di 25'ê Mijdara 1960'î de, Maria Teresa Mirabal, Minerva Argentina Mîrabal û Patria Mercedes Mîrabal ku weke Xuşkên Mirabel tên zanîn li dijî dîktatorê Komara Domînîkê Rafael Trujillo serî rakirin, dema diçin ziyareta hevserên xwe yên di girtîgeha komara Domînîkê de rastî destavêtinê tên û piştre tên qetilkirin. Piştî vê bûyerê, li hember tundiya li dijî jinê çalakiyên cur be cur li tevahiya cîhanê hatin destpêkirin. Sala 1981'ê di Kongreya Jinên Karayîp û Latîn Amerîkeyê ya li paytexta Kolombiyayê de ji bo bîranîna Xuşkên Mirabal, roja 25'ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê hate îlankirin. Di vê rojê de li serasnserî cîhanê şideta li dijî jinê tê şermezarkirin û banga bidawîkirina şidetê tê kirin.
Gelek cureyê şîdetê hene, ne tenê ji aliyê fîzîkî ve tê kirin, di warê psîkolojîk, zayendî û aborî de tê meşandin û bandorên pir xeternak li ser jiyana jinan û tevahî civakê çêdike. Dibe ku şîdet ferdî, civakî an jî fîzîkî mîna lêdan, destdirêjî û tecawiz be. Her wiha tundiya civakî ku di encamên polîtîkeyên nijatperestî, etnîkî û çandî de tên kirin jê re tundiya desthilatdar tê gotin û li ser tevahî beşên civakê tê meşandin. Têkildarî mijarê Rêvebera Akadimiya Kongre Star a bajarê Helebê Jiyan Berkel ji me re behsa dîroka vê rojê û tundiya li ser jinê kir.
"Ev bûyer bi qasî êşa xwe bû çirûska berxwedaniya jinê"
Jiyan di despêka axaftna xwe de qala dîroka vê rojê kir û wiha berdewam kir: "Ev roj roja têkoşîna jinê ya li dijî şidetê ye. Raste dîroka vê rojê bi êşe lê di vê rojê de têkoşîna jinê despêkir û heya niha berdewam e. Di 25'ê Mijdara 1960'î de bûyereke bi êş qewimî, sê xuşkên ku li hember Rafael Trujillo dîktatorê komara Domînîkê sekinîn û desthilatdarî red kirin, hatin qetil kirin. Trujillo xwest vîna jinan bişkîne lê vîna jinan xutir bû. Ev bûyer bi qasî êşa xwe bû çirûska berxwedaniya jinê. Li gel me ev roj rojeke gelekî watedar e. Di meha Mijdarê de em gelek çalakiyan li dar dixin, hemû jinên herêmê radibin ser piyan û dadikevin qadan.”
"Bi riya perwerdekirina jin û mêran emê hewil bidin dawî li tundiyê bînin"
Jiyan di berdewamiya axafitna xwe de behsa awayên tundiya li ser jinê kir û wiha axiavî: "Bi gelek rê û rêbazan tundî li ser jinê tê meşandin. Bi riya lêdan û tecawizê hewil didin jinê bêdeng bikin, bi riya gotinên ne xweş û xapandina hestên wê hewil didin deroniya wê xerab bikin. Dema jin pir zarokan tîne banoriyek neyinî li tenduristiya wê tê kirin, lê mêr qet bi vê yekê nahese û xwesteka xwe ya pirbûna zarokan pêk tîne. Bi riya perwerdekirina jin û mêr emê hewil bidin dawî li vê tundiyê bînin. Ji ber ku ev yek encamên neyinî li ser fêzîk û rewaniya jinê dike."
"Zihniyeta kevneperest rolek mezin di şeknandina vîna jinê de dilîze"
Jiyan diyar kir ku çavkaniya tundiyê ji mêrê ku li ser pergala baviksalarî hatiye perwerde kirin tê û wiha pê de çû: "Bi hinceta urf û adetan û di bin navê şerim û namusê de tundî li jinê tê kirin. Di encamê de jin temenê vê tundiyê ji laş û deroniya xwe dide, di heman demê de dibe mirovek bê nerîn û jiyana xwe bê wate didomîn e. Mixabin zihniyeta di serê civakê de hatiye çandin rolek mezin di şeknandina vîna jinê de dilîze. Her wiha urf û adet nahêlin ku jin xwedî biryar be ne di nava malbatê û ne jî di civakê de. perwedeya ku mêr ji civakê girtiye dibe sedema sereke ya çewisandina rola jinê di civakê de, ji ber ku perwedeyeke zayend perestiye û her tiştî weke maf û milkiyeta mêr dibîne. Serok Apo dibêje: ‘Jina azad xwedî biryar e.’ Birastî jî asta azadbûna jinê ji birardayîna wê diyar dibe. Di civakên desthilatdar de ne tenê jin rastî tundiyê tên, mêr û zarok jî rastî vê tundiyê tên ji ber ku azadiya jinê azadiya civakê bi giştî ye, ger jin azad nebe civak jî azad nabe û wê her dem di bin desthilatdariyê de bimîne."
"Qetilkirina jinê qetilkirina civakê ye"
Jiyan eşeker kir ku di herêmên dagirkirî de hemû cûreyên şîdetê li ser jinê tê meşandin û wiha bi lêv kir: "Herî zêde tundî li herêmên me yên dagirkirî tê meşandin. Em dibînin di Efrîna dagirkirî de jin rastî gelek buyerên bi êş tê û tundî bi gelek rê û rêbazên mîna lêdan, qetilkirin, tecawizkirin, revandin, dîlgirtin û tacîzê li ser jinan tê meşandin. Hejmareke mezin ji jinên di girtîgehên dagirkeran de ne û bi her aweyê tundiyê re rû bi rû dimînin. Jina ku di Efrînê de tundiyê red bike tê qetilkirin. Dîsa dîroka qetilkirina ji ber redkirina tundiyê û eynî bûyera 25'ê Mijdarê rojane di Efrînê de xwe dubare dike. Dewleta tirk ya dagirker her dem hewil dide jinê bişkîne, mînaka vê yekê ya herî balkêş vekirina komeley pirzewciyê di herêmên dagirkirî de ne. Dewleta tirk her dem hewil dide sîstema tundiyê bi pêş bixe û dibe alîkar ku bêtir tundî li ser jinê were meşandin da ku rola wê di nava civakê de biçûk bike. Ji ber ku dewleta tirk ya dagirker baş têgihîştiye ku jina zana dibe sedema avakirin û azadîkirina civakê, ji ber vê yekê dijmin hewil dide jinan qetil bike. Ji ber qetilkirina jinê qetilkirina civakê ye."
"Em hewil didin berxwedaniya jinên tekoşer domdar bikin"
Jiyan bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Tekoşîna jinê her dem berdewam e. Ji dîrokê heya niha ji kesayetên herî zêde piştigiriya tekoşîna jinê kir ye Serok Apo ye. Di perspektîfên xwe de Serok Apo bingehek ji fikra jina azad re avakir û di dahurandina xwe de riyek pir mezin ji jinê re ve kir. Serok Apo têkoşînek pir mezin daye pêş, divê em jî xwedî li vê têkoşînê derbikevin. Emê hewil bidin civakê li ser bingeha fikir û felsefeya Serok Apo perwerde bikin. Serokê me mohra xwe li dîrokê xist û hewil da jinê azad bike û azadiya rast pê bide naskirin. Cîhan gîştî şahidê vê rastiyê ye. Em hewil didin berxwedaniya jinên têkoşer ên mîna Xuşkên Mirabal berdewam bikin. Emê jiyana her jinek têkoşer bişopînin û doza berxwedaniya wan berdewam bikin”