Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Sala 2022’yan bi tevahî bû sala tecrîdê

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora xwe ya der barê girava Îmraliyê ya sala 2022’yan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê girtin eşkere kir û da zanîn ku sala 2022’yan bi tevahî bûye sala tecrîdê.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, rapora xwe ya der barê Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ya sala 2022’yan ku Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin, binpêkirin û mercên heyî eşkere kir. Rapor, bi sernavê ‘Rapora Têkildarî Tesbîtkirina Binpêkirinên Mafên Mirovan ên li Girtîgeha Îmraliyê û Mercên Heyî’ û bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat parvekirin. 

‘Wê felaketa erdhejê bi hevgirtina gel were derbaskirin’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di destpêkê de got: “Em ji malbatên kesên ku di erdheja 6’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û sebrê dixwazin. Daxwaza me ya herî mezin ew e ku birîndarên me zû baş bibin. Ji ber vê erdheja ku êşeke mezin da me, hevgirtina civakî ya ku me di asta herî jor de dît, dihêle ku em baweriyek li gorî vê erdnîgariyê û gelên wê mezin bikin. Bi mînakên herî paqij ên hevgirtin û seferberiya civakî, vê karesatê encamên siyaseta rantê jî bi awayekî bi êş nîşan da. Hêz û baweriya me heye ku gelê me yê ku bi hev re rastî gelek karesatan hatiye, wê bi hevgirtinê ji nav vê karesatê jî derkeve. Ev mexdûriyeta ku hat jiyîn bi hêviya di demek ji ya din zûtur were telafîkirin, destpêkê Tirkiye û Rojava em careke din ji hemû kesên di erdnîgariyê de jiyan dikin derbasbûyî be.

‘Ev 23 meh in em ji Îmraliyê tu agahiyê nagirin’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bal kişand ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li girava Îmraliyê tu agahiyê nagirin û wiha got: “Ev 23 meh in me tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan ê ku di her firsendê de qala girîngiya rêxistinbûna civakê dike û ji miwekîlên xwe Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, ev 23 meh in me tu agahî jê negirtiye. Ev rewşa ku li dijî qanûnên navneteweyî, peymanên navneteweyî, pîvan û nirxên gerdûnî ye, di karesatên wiha de jî berdewam dike. Ji bo berdewamiya pergala îşkenceyê ya Îmraliyê tawîzên ku ji hiqûqê re hatine dayîn, hemû welat xistiye nava lepên bêhiqûqiyê, her roja ku derbas dibe mînakên bi êş derdikevin holê.”

‘Çareserî bi geşedanên demokratîk pêkan e’

 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê  da zanîn ku rêveberiya ku ji çareseriyên civakî û demokrasiyê ditirse xwe vê ji bo xwe weke gefekê dibîne bû sedemê êşên ku telafiya wan nebe û wiha domand: “Divê were zanîn ku bi çareseriya aştiyane ya doza Kurdan û pêşketina demokratîk a ku wê ev çareserî wê derxe holê, jiyaneke layiqî rûmeta mirovahiyê, civakî û aştiya welat pêkan e. Yekane muxatabê vê çareseriyê, hem bi berteka xwe ya civakî hem jî bi hewldanên xwe yên teorîk û pratîk tevî şert û mercên Îmraliyê gelek caran ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye piştrastkirin. Ji ber van sedeman ne tenê wekî pirsgirêkeke hiqûqî, weke mifteya çareseriya civakî divê pergala tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe.”

‘Sîstema tecrîda Îmraliyê êdî hatiye asteke wisa ku divê berdewam neke’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku 24 salên komploya navneteweyî li pey xwe hiştiye û wiha hat gotin: “Komploya navneteweyî ya ku birêz Ocalan pê re rû bi rû maye û hewl dide têkoşîna li dijî sîstemê kolektîf bike, sala 24’an li pey xwe hişt. Vê komploya navneteweyî ya ku ji aliyê rêzdar Ocalan hat pûçkirin îro bi pergala tecrîda Îmraliyê re didome. Ji ber ku em nikarin ji muwekîlên xwe agahiyan bistînin û bi ser de li ser muwekîlên me îşkence û muameleya xerab hebe, ev tişt dibe sedem ku der barê tendirustî û ewlekariya muwekîlên xwe de em bikevin nava fikaran.”

Rapora bêmafî şert û mercên li girava Îmraliyê hurguliyên rapora tesbîta 2022’an de wiha ye:

1. Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F yê, girtîgeheke giravê ya yekkesî ye ku di Sibata 1999’an de bi neçalakkirina hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî ji bo muwekîlê me birêz Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Ji wê rojê heya niha bi statu û pêkanîneke xisûsî tê birêvebirin. Muwekîlên me yên ku li vir tên girtin; birêz Abdullah Ocalan 24 sal in, birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş jî 8 sal in di rejîma înfaza girankirî de ku em jê re dibêjin “Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê”, di şert û mercên tecrîdeke awarte de tên girtin.

2. Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê, ji roja ku hatiye avakirin heya niha, bûye cihekî ku maf û azadiyên bingehîn bi awayekî sîstematîk lê tên binpêkirin. Di rewşa heyî de mafên hevdîtina bi parêzeran, mafên hevdîtina bi malbatê û mafên bi rêya telefon, faks, name û hwd. û pêwendîdanîna bi derve ya muwekîlên me ku bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û qanûnan hatine mîsogerkirin, bi temamî ji holê hatine rakirin.

3. Ji 25’ê Adara 2021’ê heya niha, tevî hemû hewldanan jî bi tu awayî agahî ji muwekîlê me nehatiye girtin. Lewma di sala 2022’yan de der barê tenduristî, şert û mercên girtîgehê de, rewşa hiqûqî û tiştên din ên bi vî rengî de yên birêz Ocalan û muwekîlên me yên din, tu agahî bi dest neketine. Ev yek kiriye ku fikar gelekî zêde bibin. Rewşa agahînegirtinê ku hê jî didome, 22 meh li dû xwe hiştin.

‘Ji ber tecrîdê tu agahiyê nagirin’

4. Birêz Abdullah Ocalan; ji 15’ê Sibata 1999’an ve di girava Îmraliyê de, di hucreyeke yekkesî de tê girtin. Heya deh salên destpêkê, tenê ew li vê girtîgeha Îmraliyê bû. Ji meha Mijdara 2009’an ve li vê girtîgehê hin hucreyên din hatin çêkirin û pênc girtiyên din jî anîn vir. Lê dîsa jî birêz Ocalan di nava hefteyê de rojê 23 saetan û di dawiya hefteyê de jî 24 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin.

Heya sala 2011’an mafê hevdîtina bi parêzeran ê birêz Ocalan hefteyê rojekê û bi saetekê hatibû sînordarkirin lê bikaranîna van mafên sînorkirî bi hincetên wekî “rewşa hewayê” û “keştî xirabe ye” her dem tên astengkirin. Ji 27ê Tîrmeha 2011’an heya niha, tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019’an de 5 caran hevdîtinên bi parêzeran re çêbûn. Hevdîtina dawî ya van hevdîtinan jî di 7ê Tebaxa 2019’an de hat kirin.

Ji sala 2014’an heya niha birêz Ocalan tenê dikaribûye 5 caran hevdîtinê bi malbata xwe re bike. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya bi malbatê re, di 3’yê Adara 2020’an de bi birayê xwe re kir. Di 24 salên borî de tenê du caran (27ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’ê) de hevdîtina bi riya telefonê hat kirin. Hevdîtina bi riya telefonê ya dawî di 25’ê Adara 2021’ê de di demeke pir kurt de di nîvî de hat qutkirin û paşê hevdîtin berdewam nekir. Ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayê girtin.

5. Birêz Hamîlî Yildirim ji 29’ê Adara 2015’an, ji roja ku ew anîne ve, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê du caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 12’ê Tebaxa 2019’an de, hevdîtina bi malbatê re ye. Bi malbata xwe re tenê du caran (27’ê Nîsana 2020’an û 25ê Adara 2021’ê) bi telefonê axiviye. Ji 25’ê Adara 2021ê ve tu agahî ji wî nayê wergirtin.

6. Birêz Omer Hayrî Konar ji 16-17ê Adara 2015’an, ji roja ku ew anîne girtîgeha girava Îmraliyê heya niha, tenê carekê jî nehatiye hiştin ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbatê re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya pê re hat kirin, di 3’yê Adara 2020’î de, hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha girava Îmraliyê heya niha, tenê di 27’ê Nîsana 2020’î de, bi hinceta pandemiyê bi riya telefonê pêwendî bi malbata xwe re daniye. Hevdîtina bi riya telefonê ya di 25’ê Adara 2021’ê de jî bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê şermezar kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27ê Nîsana 2020’ıî ve tu agahî jê nayê girtin.

7. Birêz Veysî Aktaş ji 16-17ê Adara 2015’an, ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê, tenê carekê destûr hatiye danîn ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike. Di 8 salan de tenê 3 caran hevdîtin bi malbata xwe re kiriye. Hevdîtina rûbirû ya dawî ya, di 3yê Adara 2020î de hevdîtina bi malbatê re ye. Ji roja ku ew anîne girtîgeha giravê ya Îmraliyê heya niha, di 27ê Nîsana 2020î de, bi hinceta pandemiyê destûr hatiye danîn bi telefonê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Hevdîtina bi rêya telefonê ya di 25ê Adara 2021ê de jî, bi hinceta ku şert û mercên li girtîgehê protetso kiriye ji aliyê dozgeriyê ve ji malbata wî re hatiye gotin. Ji 27ê Nîsana 2020î ve tu agahî jê nayê girtin.

8. Rewşa muwekîlan ku li jor hatiye xulasekirin, di rapora 5’ê Tebaxa 2020î ya CPTyê de, wekî rewşa agahînegirtinê (p. 48 û 49) “Incommunicado” hatiye pênasekirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin û hatiye pêşniyazkirin ku dawî li vê rewşê bê. Têgeha “Incommunicado”, awayê bêpewendiya mutleq pênase dike ku girtî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi derve re deyne.

Lê belê çendî ev qas wext derbas bûye û her hefte bi awayekî rêkûpêk ji bo hevdîtina bi malbatê û parêzeran re serlêdan tên kirin jî, rewşa agahînegirtinê ya “Incommunicado”yê di sala 2022yan de bênavber hatiye domandin. Mesela, ji 25ê Adara 2021’ê, ji roja ku pêwendiya bi muwekîlên me re hatiye qutkirin heya niha; 238 serlêdanên parêzeran û 79 serlêdanên malbatan nehatine bersivandin û di vê pêvajoyê de tu name, telgraf an jî faks ji muwekîlan nehatiye û tu hevdîtineke bi riya telefonê pêk nehatiye.

9. Mafê hevdîtina bi telefonê ya muwekîlan ku 6 mehan bi biryarên bi dîroka 18’ê Cotmeha 2021’ê, 30’yê Adara 2022’yan, 9’ê Gulana 2022’yan û 9’ê Hezîrana 2022’yan ên Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê hatin sînordarkirin. Ev yek piştî ku serî li saziyên navneteweyî hatiye danîn, hat hînbûn. Ev biryarên sînordarkirinê yên navborî, teblîxî parêzeran nehatine kirin û bi dizîka hatine birêvebirin. Tê fêmkirin ku bi van biryarên fabrîkasyonê û şeş mehan carekê bi awayekî periyodîk tên dayîn, mafê hevdîtinê yê bi riya telefonê yê muwekîlan tê sînordarkirin.

Her wiha gelek nameyên ku di nava salê de bi awayekî rêkûpêk ji muwekîlan re hatine şandin jî nehatine berisvandin. Nayê zanîn ku ka ev name gihîştine muxatabên xwe yan na û ji wan jî tu name, telgraf an jî faks negihîştine me.

Li gel van, ji ber ku qedexekirina serdanên malbat-parêzeran bi awayekî fiîlî û derhiqûqî bi salan bi awayekî sîstematîk û bênavber didomin, di sala 2022yan de hevdîtinek jî bi malbat û parêzeran re nehatiye kirin. Lewma sala 2022yan bi temamî bûye sala bêpêwendî û agahînegirtineke mutleq.

‘Serlêdanên hatine kirin û biryarên qedexekirî yên veşarî û dijhiqûqî’

10. Di xala 59’an a qanûna hejmara 5275’an de hatiye destnîşankirin ku girtî dikarin di saetên mesaiyê de hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Yanî hefteyê pênc rojan mafê wan ê hevdîtina bi parêzeran re heye. Her wiha li gor xala 25’an a heman qanûnê jî, hatiye diyarkirin ku girtiyên di çarçoveya înfaza muebeda girankirî de jî, 15 rojan carekê dikarin hevdîtinê bi malbata xwe re bikin.

Di vê çarçoveyê de, wekî berê di sala 2022’yan de jî ferdên malbatê û parêzer ji bo hevdîtinê bi birêz Ocalan û muwekîlên din re bikin, bi awayekî rêkûpêk bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan ku ev serdozgerî ji Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê berpirsiyar e. Heman serlêdan bi ri0ya dozgeriyê bi rêkûpêk li Îdareya Girtîgeha Îmraliyê jî hatine kirin. Lê belê di seranserê 2022’yan de, 49 serlêdanên ji bo hevdîtina malbatê yên li her du saziyan hatine kirin jî, nehatin bersivandin û tu hevdîtinên rûbirû jî yên malbatê nehatine kirin. Serlêdanên ji bo rojên cejnên fermî jî ku bi taybetî hatine kirin, bi erênî nehatine bersivandin. Di seranserê salê de parêzeran jî ji bo hevdîtinê 98 caran serî li van her du saziyan dane, lê serlêdanên wan jî bê bersiv hatine hiştin û tu hevdîtineke parêzeran çênebûye. Li gel van, serlêdanên wasiyê birêz Ocalan (49 serlêdan) jî ku her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê daye, bi temamî bê bersiv hatine hiştin.

11. Daxwazên muwekîlan ên ji bo hevdîtina bi malbat û wasiyan re ji sala 2018’an ve bi awayekî sîstematîk ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F ve bi hinceta biryarên ceza yên dîsîplînê yên “3 mehan bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re” tên astengkirin. Di sala 2022’yan de jî serdanên malbat û wasiyan ji aliyê Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê ve bênavber 3 mehan carekê bi hinceta cezayên dîsîplînê di 3’yê Sibata 2022’yan, 31ê Gulana 2022’yan, 9’ê Îlona 2022’yan û Kanûna 2022’yan hatine astengkirin.

Xala 43’yan a qanûna bi hejmara 5275’an cezayê bêparkirina ji hevdîtina bi serdêran re di xwe de dihewîne. Di benda 3’yan a heman qanûnê de wiha tê gotin, “Di hevdîtinan de yên bi merciyên fermî û erkdar û bi parêzer û nûnerên qanûnî re, hukmê vê xalê nayên pêkanîn.” Lê dîsa jî serdana wasî ku nûnerê qanûnî ye, bi hinceta cezayê dîsîplînê tê astengkirin.

12. Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê bi van cezayên dîsîplînê yên navborî, bêyî haya parêzeran jê hebe bi veşarî lêpirsîn dane destpêkirin û cezayên dîsîplînê tenê teblîxî muwekîlan hatiye kirin ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin. Piştî ku dema îtirazê derbas bûye pêvajoya teqezkirina van cezayan hatiye temamkirin. Ji ber ku çûna parêzeran a Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtina wan a bi muwekîlan re bi temamî hatiye astengkirin, parêzer piştî ku ev cezayên dîsîplînê hatine pêkanîn, bi van cezayan hesiyane. Ji ber ku ev pêkanîn bûye pêkanînine sîstematîk, me sê mehan carekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, Midûriyeta Saziya Înfazê ya Ceza ya Îmraliyê û Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê daye. Li gor vê pêşî divê hevdîtina bi malbatê re bê kirin. Ger hevdîtin nehatine kirin jî, me daxwazname dane ku ger lêpirsîneke dîsîplînê hebe divê qeyda me ya UYAP’ê bê çêkirin, mînaka dosyeyê ku biryar û hincet tê de ne bê dayîn da ku wext di ser dema îtirazê re derbas nebe. Lê hemû daxwaz û îtirazên me, bi awayekî derqanûnî ji aliyê Dadgeriya Înfazê ve hatine redkirin û îtirazên me yên ji bo biryarên Dadgeriya Înfazê jî ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ve bêyî hincet, bi tiştên razber û giştî hatine redkirin.

Axirê tevî hemû daxwaz û îtirazan jî, dosyeyên dîsîplînê radestî parêzeran nehatine kirin, qeydên UYAPê nehatine çêkirin, biryar û cezayên der barê muwekîlan de ji parêzeran hatine veşartin û bi awayekî qorsanî hatine teqezkirin û alîkariya hiqûqî bi biryareke hevpar a îdare û darazê hatiye astengkirin.

13. Bi heman awayî, biryarên qedexeya li ber parêzeran ên şeş mehî yên Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê jî bêyî parêzeran hatine birêvebirin. Biryarên qedexekirinê, tevî hemû serlêdanan jî, ji bo hevdîtina bi parêzeran re bê kirin, piştî serlêdanên li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi bersiva “Biryar hatiye dayîn ku hevdîtina hikumxwaran a bi parêzeran re 6 mehan hatiye qedexekirin” hatiye hînkirin. Bi vî awayî, di seranserê sala 2022’yan de, hatiye tespîtkirin ku Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê du caran (13’ê Nîsana 2022’yan û 21’ê Cotmeha 2022’yan) biryara qedexekirina serdana parêzeran hatiye dayîn. Îtirazên ji bo van biryaran jî, ji ber ku der barê muwekîlan de ku pêwendiya wan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin, hatine redkirin.

Pêvajoyên qedexeyê û cezayên dîsîplînê, ji ber ku hatiye armanckirin bêyî parêzeran bê birêvebirin, heta derbasbûna dema îtirazê hatine sekinandin û piştî pêvajoya teqezkirinê temam bûye hatine tomarkirin. Bi vî awayî muwekîlên ku pêwendiya wan bi temamî bi derve re hatiye qutkirin, ji alîkariya parêzeran bêpar hatine hiştin.

14. Daxwazên me yên ji bo wergirtina mînakên biryarên qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ên ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve ji bo 6 mehan hatine dayîn û çêkirina qeyda UYAPê, çendî me li gor usûlê wekaletname daye jî bi awayekî derqanûnî bi biryarên pêvekî yên dadgeriya înfazê hatine redkirin. Îtirazên me yên ji bo vê jî, yên li Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê jî bêyî hincet bi tiştên razber û giştî hatine redkirin.

Di pêvajoyên hiqûqî de temsîliyeta me ya ji bo muwekîlan û li gor usûlê pêkanîna karê hiqûqî, di seranserê sala 2022yan de bi awayekî dijhiqûqî bi “biryarên dadgehê” hatine astengkirin. Bi vî awayî mafê parastinê, darizandina adil, mafê tevî parêzeran xwegihandina dadgehê û serlêdanan yên muwekîlan ku maf û azadiyên wan ên bingehîn ên di qanûn, destûra bingehîn û peymanan de hatine pênasekirin hatin binpêkirin, bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê bi awayekî fiîlî bê erk hatine hiştin.

15. Ji bo pêkanînên fiîlî yên qedexeya parêzeran ku parçeyeke tecrîdê ne û pêvajoyên hiqûqî yên têkildarî temsîliyetê bê erk dike, bi dawî bibin, ji bo temînkirina mafên muwekîlan ên di mewzûata neteweyî û navneteweyî de hatine diyarkirin û ji bo astengiya li ber peywira parêzertiyê bi dawî bibe, serlêdanên di sala 2022yan de hatine kirin hemû bê encam hatine hiştin.

16. Ev rewş, ji qanûnan wêdetir, di encama polîtîkaya tecrîda mutleq de pêş ketine ku dewletê bi taybetî ji Nîsana 2015an ve ew ber bi asteke din ve biriye. Îdareya girtîgehê û mensûbên darazê, bêyî tabiî kontrolkirina hiqûqî bin, derî peywirên ku bi qanûnê hatine diyarkirin tevgeriyane. Lewma li Desteya Dadger û Dozgeran û li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê giliyê hemû dozger û dadgerên di Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de derî hiqûq û qanûnê tevgeriyane, hatiye kirin. Lê di sala 2022yan de di vî warî de jî tu bersiv û geşedaneke erênî rû nedaye û berevajî vê, giliyeke me jî esas nehatiye girtin û hatine redkirin. Ev rewş jî bûye delîleke din ku li girtîgeha giravê ya Îmraliyê hiqûqeke taybet û polîtîkaya tecrîda mutleq a derqanûnî bi hevkariya hikûmet-îdare-darazê tê birêvebirin û pêkanîn.

‘Li dijî tecrîdê di warê serlêdanan de agahî nedan’

17. Di 24’ê Kanûna 2021’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn. Di serlêdanê de hat xwestin ku dawî li “incommunicado”yê (desteserkirin) bê ku qedexeya îşkenceyê bi awayekî herî giran binpê dike û demildest hevdîtin bi muwekîlan re bê kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), bi biryara xwe ya navberê ya 12’ê Çileya 2022’yan, got jiholêrakirina hemû mafên muwekîlan û bi derve re qutkirina pêwendiya wan ne derî hiqûqê ye û daxwaza ji bo tevdîrgirtinê red kir. Biryara navberê, çendî lezgîn bû û ji bo tevdîrgirtinê bû jî, di 31’ê Çileya 2022’yan de hat teblîxkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, di serê sala 2022’yan de biryareke bêhiqûqî da û paşê pêwendî û neagahîgirtina mutleq, bi biryarên îdareya girtîgehê û dadgeha herêmî bênavber hatin domandin.

18. Li dijî agahînegirtina ku bi biryarên qedexe û sînordarkirinê yên ne hiqûqî û qanûnî hat çêkirin, li Tirkiyeyê 775 parêzerên li ser 29 baroyan qeydkirî, di navbera 10ê Hezîran-17’ê Hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Îdareya Girtîgeha Îmraliyê dan û xwestin demildest hevdîtin pêk bên. Serokên baroyan jî di nav de, ev serlêdanên bi sedan parêzeran bi tu awayî nehat bersivandin.

19. Di seranserê salê de der barê tenduristiya muwekîlan, şert û mercên girtîgehê, rewşa hiqûqî û rewşên din de tu agahî nehatin wergirtin. Ji ber ku hemû rêyên hiqûqa navxweyî bêerk in, bêpêwendî û agahînegirtina mutleq bû cihê zêdebûna fikaran. Lewma di 29ê Tîrmeha 2022yan de ji bo tevdîrgirtinê serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hatiye girtin.

20. Welatên Ewropayê jî di nav de ji 22 welatên cuda 350 parêzer di 14’ê Îlona 2022’yan de, ji Rojhilata Navîn 756 parêzer jî di 19’ê Îlona 2022’yan de serî li Wezareta Dadê dan ku hevdîtinê bi muwekîlên di Girtîgeha Giravê ya Îmraliyê de bikin û dawî li binpêkirina heyî bê. Lê belê ev daxwaz jî bê bersiv hatin hiştin.

21. Di 28’ê Mijdara 2022’yan de ji bo dawî li neagahîgirtinê bê, bi awayekî fîzîkî pêwendî bi muwekîlan re bê danîn û şert û mercên îzolasyonê bên başkirin, doza randevûyê li Wezareta Dadê hat kirin, lê ev daxwaz jî heya niha nehatiye bersivandin.

22. Ji dêvla ku pêşniyazên CPT’yê yên ji bo bidawîkirina bêhiqûqiyên li Girtîgeha Îmraliyê bên pêkanîn, ev di seranserê sala 2022’yan de bi biryarên dijhiqûqî û pêkanînên sîstematîk hatin pûçkirin.

23. CPT, di rapora xwe ya 2013’an û yên piştî wê de, tespîtkiribû ku astengkirina hevdîtina bi parêzeran re biryareke polîtîk e û li dijî mewzûata navxweyî ye. (Rapora 2013’an a CPT’yê û raporên wê yên piştî 2013’an). Her wiha tespîta ku cezayên dîsîplînê yên ku hevdîtinên bi malbatê re qedexe dike xwe disipêrin sedemên xapîner, di paragrafa 49’an a rapora 2019’an ya CPTyê de heye. Girêdayî van tespîtan, li gel pêşniyazên ku divê hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re bi awayekî çalak bên kirin jî, tu guherîn di helwesta hikûmet, îdare, dozgerî, Dadgeriya Înfazê, Dadgeha Cezayê Giran û Dadgeha Destûra Bingehîn de çênebûn.

24. Di sala 2022’yan de 3 caran serî li Komîteya Pêşîgirtina Li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hatiye danîn ku CPT, di nava sînorên Konseya Ewropayê de berpirsê jiholêrakirina îşkence, muameleyên dij miorvî û xirab û tespîtkirina wan e. Di van serlêdanan de, bi awayekî berfireh hatiye diyarkirin ku şert û mercên ragirtina li Îmraliyê muameleya xirab derbas kiriye, pêkanînên rejîma înfazê ya muebeda girankirî, qedexeya îşkenceyê û qedexeya cihêkariyê bi awayekî sîstematîk dewam kirine û ji 25ê Adara 2021’ê ve jî tu agahî ji muwekîlan nehatiye girtin û awayê desteserkirinê “incommunicado” bi awayekî girankirî dewam kiriye. Ji ber van sedeman, hatiye xwestin ku CPT bi awayekî de facto serdana girtîgeha giravê ya Îmraliyê bike û li wir hin lêkolînan bike û hatiye xwestin ku ji bo başkirina şert û mercên ragirtinê û bidawîkirina qedexeyên serdanê tevdîr bên girtin û prosedur bên pêkanîn.

25. CPTyê daxuyandibû ku di 20-29’ê Îlona 2022’yan de serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye lê têkildarî rewşa muwekîlan de tu daxuyanî neda. Têkildarî mijarê rûbirû hevdîtin bi CPTyê re hatiye kirin lê pirsên der barê tenduristî û şert û mercên muwekîlan de bêbersiv hatine hiştin û helwesta agahînedanê hatiye nîşandan.

Ji ber van sedeman, me di 31’ê Kanûna 2022’yan de serî li CPT’yê da û ji komîteyê daxwaz kir ku demildest rapora têkildarî serdana dawî de bi raya giştî re parve bike. Ev daxwaz, xwe spartiya xala 10/2yan a Peymana Pêşîgirtina Îşkenceyê. Li gorî vê ger aliyê têkildar tevkariyê nekin an jî gava di çarçoveya pêşniyazên komîteyê de başkirina rewşê bê redkirin, komîte ji sê payên endamên xwe bi du payan dikare têkildarî mijarê daxuyaniyê bide.”

Di pratîkên berê yên CPT’yê de tê dîtin ku gelek mînakên ji bo “daxuyaniya ji bo raya giştî” hene. Lê CPT belavkirina çavdêriyên xwe bi pesendkirina hikûmetê ve girêdayî ye.

26. Beriya serdana dawî ya CPT’yê (20-29’ê Îlona 2022’yan), di 9’ê Îlona 2022’yan de der barê muwekîlan de bi hinceta cezayê dîsîplînê 3 mehan qedexekirina hevdîtina bi malbatê re hat danîn. Piştî serdanê, di 21’ê Cotmeha 2022’yan de, ji bo şeş mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re hat dayîn. Gava ev tevî nepêkanînan tespît û pêşniyazên di raporên berê yên CPT’yê de bê nirxandin, kifş dibe ku rapor û çavdêriyên CPT’yê li ba mekanîzmayên neteweyî esas nayên girtin.

27. Herî dawî Abît Aktaş, bavê muwekîl Veysî Aktaş, di 20’ê Kanûna 2022’yan de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Veysî Aktaş tevlî merasîma definkirinê û şînê bibe, di heman rojê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hat dayîn. Xala 66/3yan a qanûna bi hejmara 5275’an bi vî awayî ye; “Di dema mirina xizmên nêz, nexweşînên giran, pandemî yan jî karesatên xwezayî de hikumxwar demildest divê sûdê ji amûrên wekî telefon û faksê sûdê bigirin.” Li gorî xala 94’an a heman qanûnê, hikumxwar dikarin tevlî merasîma cenaze ya xizmên xwe yên nêz bibin. Lê belê hem nehatiye hiştin muwekîl Aktaş tevlî merasîma definkirina cenaze û şînê bibe, hem jî nehatiye hiştin bi riya telefon an jî faksê pêwendiyê bi malbata xwe re deyne. Em nizanin ka haya wî ji mirina bavê wî heye yan na. Di rewşeke wisa mirovî de jî bêpewendiya mutleq a “incommunicado”yê nehat sekinandin û bênavber hat domandin.

28. Gava tevî daneyên li jorê bê nirxandin, sala 2022yan, bûye sala bêpwendî û agahînegirtina mutleq. 

Binpêkirin

‘Binpêkirina qedexeya îşkenceyê û muameleya dermirovî’

“Îşkence yan jî muameleyeke dermirovî yan jî biçûkxistî bi tu awayî nikare li tu kesî were kirin an jî cezayekî dermirovî yan jî biçûkker bi tu awayî nikare li tu kesî were birîn.”

29. Armanca bingehîn a qedexekirina îşkence û miameleya dermirovî ew e ku rûmeta mirovan were parastin û di bin her şert û mercî de yekpareyiya laşî û derûnî ya mirovan were temînkirin. Qedexeya îşkenceyê bi taybetî di Deklerasyona Ewropî ya Mafên Mirovan de û wekî din jî, di Peymana Nawneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî û gelek belgeyên din de hatiye pênasekirin. Xala 3’yemîn a Peymana Ewropî ya Mafên Mirovan (ECHR) qedexeya li ser îşkenceyê, miameleya dermirovî, cezaya dermirovî, miameleya biçûkker û cezaya biçûkker jî di nav xwe de dihewîne. Çawa ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve jî gelek caran tê dubarekirin, xala 3’yemîn yek ji nirxên herî bingehîn ên civakên demokratîk li xwe digire. Ji ber vê çendê, dewletên endam divê rêzê li vê hukmê bigirin û hemû bergiriyên pêwîst bigrin da ku ev hukm di nav sînorên erka wan a darazî de bi awayekî çalak bê cîbicîkirin.

30. Her wekî ku di Xala 1’emîn a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan de jî hatiye îfadekirin, yek ji krîterên mafên mirovan ên gerdûnî ew e ku ji bilî bêparhiştina ji azadiya xwe ya bi biryareke dadgehan a li gorî prensîbê