Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serlêdana CPT’yê kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê serî li CPT’yê da û xwest bi lezgînî li serdanê li Îmraliyê pêk bîne.

Navenda Nûçeyan- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda ku 41 meh in didome û ji bo Rêberê Rêberê Gelê Kurd ê li grtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê tê girtin serî li Komîteya Pêşîlêgeritina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.

Buroya Hiqûqê di serlêdana xwe de cih da geşedanên mehên Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên sala 2024’an der barê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş de.

 Serlêdanên hevdîtinê bê bersiv hatin hiştin

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di navbera 1’ê Gulanê û 30’yê Tîrmehê de 24 serlêdanên parêzeran û 12 serlêdanên malbatê bi giştî 36 serlêdan hatine kirin lê hemû jî bêbersiv hatine hiştin. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine parêzeran û aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî ne diyar e û der barê mafên telefonê de jî tu pêşketin çênebûne.

Cezayên disiplînê

Hat diyarkirin ku ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên disiplînê” herî kêm 23 caran hatine astengkirin. Hat bibîrxistin ku di 4'ê Tîrmehê de beriya ku "cezayê disiplînê" yê dawî di 12'ê Nîsana 2024'an bi dawî bibe di 4'ê Tîrmehê de "cezayê disiplînê" yê nû ji bo 3 mehan hatiye dayîn û hat destnîşankirin ku pêvajoya navborî ji parêzeran bi dizî hatiye domandin û bi awayekî li dijî qanûnê hatiye teqezkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve biryara qedexekirinê ya nû hatiye dayîn. Ev biryara qedexeyê jî di 14’ê Gulanê de bi awayekî li dijî qanûnê hatiye teqezkirin.

Fikar zêde dibin

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku di nava 3 mehên navborî de li Deryaya Marmarayê 3 erdhejên cuda rû dane lê ji ber qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan bêbersiv mane fikarên raya giştî yên der barê Îmraliyê de zêde bûne. Her wiha di serlêdanê de hat diyarkirin ku grevên birçîbûnê yên di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd e Çareseriya Demokratîk” li girtîgehan hatibûn destpêkirin ji ber ku daxwaza girtiyan bêbersiv hat hiştin, çalakî di 4’ê Tîrmeha 2024’an hatiye bidawîkirin. Hat gotin ku bêbersivhiştina serlêdan û daxwaza girtiyan rê li ber zirarên ku vegera wê tune ye vedike. Di serlêdanê de ev hat gotin: "Ji bo ku encamên wiha giran dernekevin holê bêyî ku êdî dem derbas bibe divê hemû berpirsyariyên pêwîst werin bicihanîn.”

Hewldanên navneteweyî hatin bibîrxistin

Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku hewldanên saziyên neteweyî û navneteweyî yên di nava 3 mehan de li dijî berdewamiya agahînegirtina ji Îmraliyê jî bêbersiv mane û hat gotin ku ev yek rewşa xemsariya ji bo Îmraliyê nîşan dide. Di serlêdanê de biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên der barê tecrîdê de jî hatin bibîrxistin.

Daxuyaniya Azarbeycanê

Di serlêdanê de wezîfeyên CPT’yê yên tesbît û pêşîlêgirtinê-tedbîr jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Her çiqas CPT li Îmraliyê hevdîtinan dike jî der barê rewşa birêz Ocalan de tu agahiyan nade. Ji 40 mehan zêdetir e ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin. Têkiliya wan bi malbat, parêzer û cîhanê re hatiye qutkirin. Bi taybetî prosedura ku di xala 10/2’yan a komîteya we de cih digre nayê bicihanîn. Lê prosedur ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn. Ji ber ku rapora we ya 2022’yan nayê eşkerekirin, rejîma îşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê didome.”

Xwest serdan were pêkanîn

Di serlêdanê de bang li CPT’yê hat kirin ku li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dest ji helwesta xwe ya pêvajoyên asayî berde û pêvajoyên têkildarî şert û mercên muameleya xerab û tunebûna pêwendiyê ji holê rake

Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz kirin:

“* Ji ber ku şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22'yê Îlona 2022'yan û vir ve di nava nezelaliyê de berdewam dikin û her ku diçe tundtir dibin, di nava 2 salan de şert û merc gihîştine asteke nû divê bi lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.

* Ji bo ku şert û mercên niha yên serlêderan li gorî bi rûmeta mirovî re hevaheng bin, ji bo pêkanîna hemû mafên ragihandinê yên ku dê pêwendiyên wan bi cîhana derve re misoger bike û biparêze, nemaze serdanên parêzer û malbatê, bi cih bîne û bi dawîanîna qedexeyên sîstematîk ên neqanûnî divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.

* Ji bo pêşîlêgirtina îşkence, muameleya dermirovî û xerab û jiholêrakirina rewşa heyî divê tedbîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.”