Burcu Demîr a ji aliyê Çawîşê Pispor ve hate qetilkirin hat defin kirin

Burcu Demîr a ji aliyê Çawîşê Pispor Mûrat Coşan ve hate qetilkirin, li ser milên jinan ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Xarpêtê teknîsyena fîzyoterapiyê Burcu Demîr a 32 salî ku beriya mehekê bi çawişê pispor Murat Coşan re zewicîbû û dixwest hev berdin ji aliyê, Murat Coşan ve li ber nexweşxaneyê hat qetilkirin.

Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES) Burcu Demîr li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, kiryarê reviya jî ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Cenazeya Burcu Demîr, îro ji morga Tiba Edlî ji aliyê malbat û jinan ve hate wergirtin û ji bo definkirinê anîn navçeya Depê (Karakoçan) a Xarpêt e.

Li ser milên jinan ber bi bêdawîtiyê hate oxirkirin

Rêveberên Rêxistina Navçeyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) û namzetên hevserokên şaredariyê ya partiyê jî beşdarî merasîma cenazeyê ya li Cemewî hate li dar xistin bûn. Piştî wecîbeyên olî bi cih hatin, tabûta Burcu Demîr li ser milê jinan siwarê wesayita cenazeyê hate kirin û ber bi gora malbatê ya li gundê Kortanê ve bi rê ket. Burcu Demîr li vir hate definkirin.

'Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn'

Namzeta Hevseroka Şaredariyê ya DEM Partî Songul Duzgun a li ser gor axivî, diyar kir her roj bi dehan jin di bin navê ‘hêzkirin’ de tên qetilkirin û wiha got: “Li kêleka me jinek hat qetilkirin. Çima ev bêdengî? Em ê li korîdorên edliyeyê mafên xwe bigerin. Em ‘hêzkirina dikuje' naxwazin. Weke jin em dixwazin bijîn û bidin jiyîn.” Songul Duzgun, diyar kir bi çeka ku dewletê ji bo parastina daye jinek hatiye qetilkirin û wiha axivî: “Jinek hat qetilkirin, em ê bêdeng nemînin. Em ê ji bo Burcu û bi dehan rêhevalên xwe yên jin ên hatine qetilkirin dengê xwe bidin bihîstin û nesekinin. Ya ku dixwaze di bin axê de bê veşartin ne Burcu ye, xeyal û berxwedana me ye.”