Boykota mamosteyan didome: Divê hikumet bi erka xwe rabe

Boykota mamosteyên li Herêma Federal a Kurdistanê ku nakevin dersan mehek e didome. Perwîn Abdullah a got “Divê hikumet bi erka xwe rabe” got ku heya daxwazên wan neyê bi cih anîn ew ê boykotê bidomînin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Mehek e mamosteyên bajarê Silêmaniyê û derdora wê ji ber nedana mûçeyan nakevin dersan. Ji sala 2014’an ve mûçeyên wan dereng tên dayîn ji derveyî wê jî beşek zêde ya dibistanan bi mamosteyên bi peyman tije kirine û nayên tayînkirin. Mûçeyên mamosteyan hatiye kêmkirin, heta niha 32 hezar mamosteyên bi peyman hene û bi awayekî fermî tayîn nebûne.

Di 14’ê vê mehê de berdevkê Wezareta Perwerdeyê ragihand ku wê salnameya xwendinê neguherînin, ji bo ku mamaosta neçar bikin biçin dibistanê lê belê mamoste boykota naçûyîna dibistanan berdewam dikin.

Di biryarek din a 9’ê Cotmehê de Wezîrê Perwerdeyê biryar da ku di sala xwendina 2023-2024’an de li sînorê rêveberiya giştî ya Silêmanî û derdora wê, roja yekşema 22’yê Cotmeha 2023’an bi giştî mamosta, rêveber û fermanber biçin ser karên xwe.

‘Boykota mamostaryan bandorê li hikumeta herêmê nake’

Mamosteya dibistana seretayî Perwîn Abdullah der barê boykota mamoste û pêşeroja xwendekaran de wiha got: “Ev mehek e mamosteyan dest bi boykotê kirine. Bêguman bi sûd bû ji ber ku bû sedem dengê mamosteyan bigihîje hikumeta navendî ya Iraqê. Daxwaza wan ew e ku mûçe rasterast ji hikumeta Iraqê bigihîjn mamosteyan. Em hewl didin wisa bikin ku mûçe nekevin destên hikumeta herêmê ji ber ku dema hikumeta Iraqê mûçe dişîne beşek zêde nayê zanîn bi ku ve çûye.”

‘Hikumet ji rewşê berpirsiyar e’

Perwîn Abdullah ya anî ziman ku boykotkirin ziyanê dide xwendekaran, wiha domand: “Ji vê yekê hikumet berpirsyar e, ne mamoste. Ji ber ku mamosta jî di xema pêşeroja xwendekaran de ne. Lê belê pirsgirêkên wan jî hene û divê pirsgirêkên wan werin çareserkirin. Em nifşê nû fêr dikin ku koletiyê hilnebijêrin. Ji bo daxwaza mafên xwe serî li hemû riyan bidin, bê helwest nebin.”

‘Wezareta Perwerdeyê zextê li mamosteyan dike’

Perwîn Abdullah der barê biryara wezareta perwerdeyê ku di roja 14’ê Cotmehê de daye û diyar kiriye ku dema ezmûnan nayê guhertin de wiha got: “Wezîrê perwerdeyê û wezaret weke qerta zextê ev biryar girtine. Divê waneyan kêm bikin. Her sal dema mamosteyan boykota xwendinê kirin, heqê waneyan bi riya waneyên zêde kirine. Her sal li navçeyên Dihok û derdora wê ji desthilatdariya li wê navçeyê tu boykot nayê kirin. Rêjeya derketinê li Silêmaniyê zêdetir e û pileya bilindtir jî tomar dike. Piraniya kesên yekemîn ji Silêmanî ne. Boykot li Silêmanî û derdora wê berdewam dike. Ev jî encama wê rastiyê ye ku mamoste nahêlin mafên xwendekaran werin binpêkirin.”

‘Heta daxwazên mamosteyan neyên bicihanîn dê boykot bidome’

Perwîn Abdullah destnîşan kir ku li gel boykota mamosteyan her dem zext û gef hebû ji bo ku mamoste werin bêdengkirin. Perwîn Abdullah a bal kişand ser zextên li ser mamosteyan got ku ew çend caran hatine girtin lê belê weke ku texmîn dikirin mamoste ji gef û zextên wan netirsiyane zêdetir daketine qadan. Perwîn Abdullah anî ziman ku mamosteyan daxwaza mafên xwe dikin û got:

“Dema ku me salên borî boykot dikir, beşek ji daxwazên me dihatin bicihanîn, boykot bi dawî dibû. Ji ber wê hikumeta herêmê fêr bûye. Mamoste vê carê dawî li boykota xwe naynin û em di daxwazên xwe de bi îsrar in. Ji ber ku ger hikumeta herêmê bersiv nede wê hikumeta Iraqê û UNESCO bersiva me bidin. Boykota me berdewam dike ger ew jî nebû wê xwepêşandan û helwestên din derbikevin.”

‘Divê hikumet bi erka xwe rabe’

Perwîn Abdullah a got “Ji 2014’an ve mafên mamosteyan tê xwarin” anî ziman ku divê hikumet bi erka xwe rabe û wiha axaftina xwe bidawî kir: “Bi dayîna mûçeyên van çend mehan bêdeng nabin. Daxwaza me ew e di pêşerojê de hikumeta herêmê dest bi dayîna mûçeyên paşketî bike. Pileya mamosteyan bilind bike û mamosteyên bi peyman jî bi fermî tayîn bike. Divê êdî hikumet nekeve xema berîka xwe.”