Botan Hoşê: Xwendin ji bo hizr û pêşketinê weke nan û avê girîng e
Endama Rêveberiya giştî ya Meclîsa Wêjeyê, Botan Hoşê behsa girîngiya xwendinê kir û got ku bi çend gotinan mirov nikare behsa girîngiya xwendinê bike da zanîn ku çawa pêdivî ji bo jiyanê bi nan û avê heye wisa jî bi xwendinê heye.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di serdemeke ku ekran piraniya dema ciwanan dixwin de, Pirtûkxaneya Şilêr li Qamişloyê wekî qadeke çandî derdikeve pêş, cih dide pirtûkan, deriyên xwe ji nifşê nû re vedike. Pirtûkxane êdî ne tenê ciheke ku mirov pirtûkan deyn bike; veguheriye qadeke ku xwendekar û xwendevanan tîne cem hev, xwendin û xwendinê teşwîq dike, gaveke ku beşdarî avakirina çandeke xwendinê û bilindkirina hişmendiyê di nava nifşên nû de bilind dike.
Xwendin mejî çalak di hêle, ferhenga mejî berfireh dike û jêhatîyên wê yên hizirkirin bi hêz dikin. Xwendina pirtûkan çandek pir hêja ye ku mirov hem ji hundir û hem jî ji derve xwedî dike.
Endama Rêveber a giştî ya Meclisa Wêjeyê Botan Hoşê ji ajansa me re behsa girîngiya xwendinê kir.
Botan Hoşê têkildarî armanca vekirina pirtûkxaneya Şilêr got ku ev yek pêşinyara xwendekaran bûye, xwestine ku cihekî taybet ji bo xwendinê were vekirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanca sereke bi Pirtûkxaneya Şilêr a di navenda wêjeyê de hatiye vekirin, ew e ku cihekî taybet ji xwendin û lê kolînê re çêbibe. Gelek pirtûkên cuda lê hene her wiha wêşanxaneya Şilêr jî di vê derê de ye. Wekî navenda wêjeyê, em hewl didin hemû cureyên pirtûkan li vê derê peyda bikin ji bo pêşketin û teşwîqkirina xwendinê.”
Xwendin kevirê bingehîn ê avakirina nifşê xwedî hişmendî ye
Botan Hoşê bal kişand ser girîngiya xwendinê ji bo xwendekar û civakan û wiha domand: “Xwendin ne tenê ji xwendekaran re ye û ne tenê xwendekar tên vê pirtûkaxaneyê, rewşenbîr, nivîskar û gelek zarok jî tên vê derê. Ya girîng ji me re ew bû ku xwendin bibe sedemek xwendekar xwe bi pêş bixin û zane bikin. Xwendin kevirê bingehîn ê avakirina nifşên xwedî hişmendî ye. Asoyên zanînê fireh dike, ramana rexnegir bi pêş dixe û di heman demê de civakek zana, pêşketî û bi rêxistinkirî ava dike. Girîngiya xwendinê bi çend peyvan nayê ziman û heta astek me xwest em pirtûkên Kurdî ji xwendekaran re peyda bikin.”
‘Em hewl didin xwendekaran teşwîqê xwendinê bikin’
Botan Hoşê da zanîn ku pirtûkxaneya Şilêr cihekî bi ewle û aram e ji xwendekaran re û wiha bi lêv kir: “Dema ku vekirina vê pirtûkxaneyê hat ragihandin êdî gav bi gav xwendekar hatin. Her wiha xwendekar gelek aramiyê li vê derê ji bo xwendinê dibînin. Di heman demê de cihekî ewlehî jî ye û rojane bi dehan xwendekar tên pirtûkxaneyê. Em hewl didin xwendekaran bi rêk û pêk bikin ji bo ku pêşerojeke baştir û kesayetên bi rêxistinkirî ava bikin.”
‘Daxwaza me ew e ku xwendekar di warê xwendin û pêşeroja xwe de serkeftî bin’
Botan Hoşê bang li ciwanan kir ku bi xwendinê re mijûl bibin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Gelek kesaên ku serdana vê derê dikin, bi tiştên din jê re mijûl dibûn ji bilî xwendinê. Me bi wan re nîqaş kir, got ku li vê derê sîstemek heye, cihê xwendinê ye û pêwîst e hûn zêdetir bi xwendinê re mijûl bibin. daxwaza me ew e ku xwendekar di warê xwendin û pêşeroja xwe de serkeftî bin. Ji ber ku wê ev ciwan sibê pêşeroj û civaka me birêve bibin, pêwîst e ciwan zanîna xwe bilindtir bikin, her dem lêkolîn bikin û bixwînin.