Biryarên krîtîk ên Lûtkeya NATO’yê ya Enqereyê: Peyama "Şer”

Li Enqereyê peyamên krîtîk ên Lûtkeya NATO’yê: Madeya parastina kolektîf hat nûkirin, biryara piştgiriya mîlyar dolarî ya ji bo Ukraynayê hat girtin û hişyariyên tund li dijî Îran û Rûsyayê hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan – Lûtkeya 36’emîn a NATO’yê ku li Qesra Serokkomariyê ya li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê pêk hat, bi weşandina encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de pabendbûna bi madeya 5’emîn a NATO’yê ku parastina kolektîf sererast dike hate dubare kirin, zêdekirina veberhênanê ya pîşesaziya parastinê, piştgiriya berdewam a ji bo Ukraynayê û banga rêz girtina Îranê ya li azadiya navîgasyonê li Tengava Hurmuzê, derket pêş.

Pabendbûna bi parastina kolektîf a transatlantîk

Di encamnameya ku piştî lûtkeya li Qesra Serokkomariyê ya li navçeya Yenîmahalle ya Enqereyê pêk hat, hat weşandin de wiha hate gotin: "Li gorî xala 5’emîn a Peymana Washingtonê, em pabendbûna xwe ya bêdawî ji bo parastina xwe ya kolektîf û girêdanbûna xwe transatlantîk ji nû ve tînin ziman. Êrişek ji endameke re were kirin weke ku ji hemû endaman re hatiyê kirin e.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku dewletên mutefîk li dijî xetereyên Rûsyayê li ser Bakurê Atlantîke li gor taahhuda Laheyê pêk tînin. Hate diyarkirin ku hevalbendên NATO’yê li Ewropa û Kanadayê heta sala 2025’an veberhênanên xwe pîşesaziya parastinê yên bingehîn de zêdetirê 139 milyar dolar zêde kirine.

Berfirehkirina kapasîteya hilberîna pîşesaziya parastinê

Lîderên NATO’yê li Enqerê ragihandin ku ji 50 milyar dolaran zêdetir kirînên xwe zêde dikin. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku kapasîteya hilberîna kolektîf dê were berfirehkirin, astengiyên li pêşiya bazirganiya parastinê dê werin rakirin û hevkariya di pîşesaziya parastinê de dê bi rêya hevkariyên NATO’yê bên xurtkirin.

Di encamnemayê de hate tekez kirin ku şiyanên astengkirin û parastinê yên NATO’yê dê ji aliyê şiyanên nûkler, konvansiyonel, parastina mûşekî, fezayî û sîber ve werin piştgirî kirin û wiha hate gotin: "Em bi biryar in ku serdestiya xwe ya şer biparêzin."

Piştgiriya leşkerî û aborî ya ji bo ukraynayê

Di daxuyaniya dawî de hat diyarkirin ku piştgiriya ji bo azadî, serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê berdewam e. Hate destnîşankirin ku mutefîkan, dê ji bo sala 2026’an 70 milyar avro alavên leşkerî, alîkarî û piştgiriya perwerdeyê bidin Ukraynayê û armanc ew e ku di sala 2027’an de jî herî kêm heman asta piştgiriyê bê parastin.

Bangawaziya li dijî bernameya nukleerî ya Îranê

Di encamnemayê de ji Îranê hat xwestin ku çekên nukleerî nestîne û bang li rêveberiya Tehranê hate kirin ku rêz li azadiya navîgasyonê li Tengava Hurmuzê bigire.

Di dawiya encamnameyê de ji bo mazûvaniya lûtkeyê spasiya Tirkiyeyê hate kirin û hêviya ku di lûtkeyekî din a NATO’yê de ji nû ve bicivin hat ziman.