Biryara doza H.K.G. hate eşkere kirin

18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li avakerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaata Îsmailaga Yusuf Ziya Gumuşel û 36 sal cezayê girtîgehê jî li Kadîr Îsteklî hate birîn.

Navenda Nûçeyan - Yusuf Ziya Gumuşel ê avakarê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga keça xwe ya 6 salî H.K.G. bi murîdê xwe Kadîr Îsteklî yê 29 salî re dabû zewicandinê. Têkildarî H.K.G. a bi tecawizê re rû bi rû hatibû hiştin, doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê hat lidarxistin.

Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Şandeya dadgehê 18 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Ziya Gumuşel birî û 36 sal cezayê girtîgehê jî li Kadîr Îsteklî birî.