Birsen Guneş bi daxwaza 15 sal cezayê girtîgehê girtîbû beraet bû

Endama Meclisa Şaredariya Sûrê Bîrsen Guneş ku ji erka xwe hatibû girtin ji doza heta 15 salan cezayê girtîgehê dihat xwestin dihat darazandin, beraet kir.

Navenda Nûçeyan- Endama Meclisa Şaredariya Sûra Amedê ya HDP’î Bîrsen Guneş piştî tayînkirina qeyûm ji erkê hatibû girtin û der barê wê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hatibû vekirin danişîna biryarê hat dîtin.

Danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin, Bîrsen Guneş û parêzerê wê Orhan Sicakyuz di danişînê de amade bûn. Bîrsen Guneş, ji ber tevlibûna xebat û çalakiyên partiya xwe dihat sûcdarkirin. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de careke din xwest Bîrsen Guneş were cezakirin.

Parêzerê Bîrsen Guneş, Orhan Sicakyuz jî li dijî mutalaayê parastin kir û da zanîn ku çalakî û xwepêşandanên muwekîla wê beşdar bûye, dikevin çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê. Orhan Sicakyuz, daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. Bîrsen Guneş jî sûcdariyên heyî red kir û xwest beraet bibe.

Dadgehê ji bo Bîrsen Guneş biryara beraatê da.