“Biriyara gelê Şengalê ya berxwedanê bi ser ket”
Jinên rêveberên saziyên Şengalê diyar kirin ku gelê Şengalê li beramberî pilaneke nubun xwedî sekneke berxwedanê û serkeftin bi dest xistin.
Şengal – Li ser agahiyên dibe ku hêzên PDK’ê êrîşî Şengalê bikin Rêveberiya Xweser a Şengalê 1’ê Cotmehê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bi hemû sazî û pêkhateyên xwe biriyara berxwedanê dan. Welatiyên Şengalê duh ji serê sibê de li tevahî rêyên ji başûrê Kûrdistanê ber bi Şengalê ve tên rawestiyan û diyar kirin ku ewê desturê nedin hêzên PDK’ê têkevin Şengalê. Welatiyên bi biriyar li serê rêyan sekinîbûn hewildanên hêzên PDK’ê yên ketina Şengalê paşde vegerandin. Dema ku dîtin bi berxwedana wan a bi biriyardarî hêzên dixwestin bikevin Şengalê paşde vegeriyan ev yek di nava gel de bû sedema kêfxweşî û moralê. Jinên rêveberiyên saziyan ev li ser vê kêfxweşiya welatiyan û biriyardariya wan a berxwedanê axivîn.
“Emê wan bê bersiv nehêlin”
Cigira hevserokatiya Meclisa Reveberiya Xweser ya Şengale Sêvê Emo di derbarê berxwedana gel a rênedan hêzên PDK’ê têkevin Şengalê de wiha got: “Hêzên PDK’ê li gel namzetên wan Viyan Dexîl Meheme Xelîl û Aştî Kocer xwestin bikevin Şengalê lê me weke gel rê nedawan ji ber em pilanên wan baş dizanin. Di encama berxwedana gel de ew hêzên PDK’ê şikestin û pajde kişiyan. Ji heft salî heya heftê salî tevahî gelê Şengalê ji bo parastina axa xwe û lîstokên cuda li ser me neyên meşandin li ser lingan bû. Em naxazin şer bikin lê ger ew wiha berdewambikin em weke gel wê wana bê bersiv nehêlin bila vê baş bizanin.”
“biryara xweseriya Şengalê gel daye”
Hevseroka Rêveberiya Xweser ya Şengalê Rîham Hesen jî diyar kir ku ew ne pêşmergeyên PDK’ê yên xiyanet kar ne jî wan namzetên ku berî fermanê jî ji bo vî gelî li parlementoya Iraqê tiştek nekirî û weke ku têrê nake niha jî listokên destê xiyanetkaran naxazin. Rîham Hesen wiha qala atmosfera berxwedana gelê Şengalê kir: “Ew fermana hati sere me li pêş çavê tevahî gelê Şengalê yê berxwedêr bû. Ne niha piştî fermanê û heya niha me soza xwe ya tekoşînê daye. Vina gel biryara xweseriya Şengalê daye. Vina gel ji tevahî hêzan bihêztire ji bo wê ye ku îro weke hatî cardin me wan paşpaşkî şandin.” Rîham Hesen diyar kir ku ger gef li ser vîn û daxwazên gel çebibe ew wê li beramberî wan bin û ji bo azadiya Şengalê wê hertiştê bikin.”
“Li bermberî berxwedanê xwe negirtin û bazdan”
Endama Partiya Azadî û Demokratik a Êzidiyan Nafya Mêşo jî girêdayî helwesta gel nîşandayî bi van gotinan nêrîna xwe anî ziman: “Li bermberî berxwedana dayik û ciwana xwe negirtin û bazdan. Ne ecêbe ji ber karê wan ê hertime ji bo wê yekêye kê ye em wan di nava vê axê de naxwazin. Piştî ku me wana paşde dan her kes gelek kêfxweşbûn. Niha em ewqas bi moralin ku nikarin qal bikin.”
Endama Partiya Azadî û Demokratik ya Ezidiyan Nafya Mêşoda diyar kirin kû PDK di hilbijartinan de wê bin bikeve ji bo wê ye dixwaze were Şengalê tevliheviyan cebike û wiha dom kir: “Em rê nadin, ji ber e em dizadin di bin hatina wan de ixanet heye.”Nafya Mêşû dawiyê ev şiyarî kir û got: “Divê her kes di van rojên pêşme de şiyarbin, ji ber dibe hêzên PDK’ê listokên cuda bikin.”