Birînên erdehejzedeyên ku nehatine tedawîkirin enfeksiyon girtin!

Li gundên Mereşê ku piştî erdhejê kes neçû alîkariyê, hemwelatiyên birîndar ku ji bin kavilan derxistin nehatin dermankirin. Xebatkara tendirustiyê Şukran Aydogan diyar kir ku wan di bîrinan de enfeksiyon, şînbûn û şewitînê dîtine.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Mereş- Li bajarokê Bazircixê yê Mereşê di 6’ê Sibatê de erdhejek bi pileya 7.7 pêk hat, piştî erdhejê bi zêdebûna erdhejokan, li bajarên Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê bû sedema hilweşînên mezin. Li bajaran hema bêje qet xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatine meşandin, gel bi piştgiriyê li ser lingan dimîne. Li bajaran dema ku em ber bi gundan ve diçin, tablo hîn girantir e. Li gelek gundan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji aliyê gundiyan ve hat kirin û kesên ku jiyana xw eji dest dane hatin veşartin. Kesên birîndar ên ji bin kavilan derdixin, hema bibêje tu mudaxele li wan nayê kirin. Birîndarên ku tedawiya wan nehatiye kirin li ruxmê hewaya sar neçar in ji derve bimînin. Di bedena zarokan de şînbûn, şewat û enfeksiyon tê dîtin.

‘Birîndarên ku tedawiya wan nehatiye kirin birîna wan enfeksiyon girtiye’

Xebatkara tendirustiyê Şukran Aydogan ku ji Stenbolê hatiye Mereşê, 8 roj in alîkariya tedirustiyê dide navenda bajar û gundan. Şukran Aydogan da zanîn ku li gel xebatkarên dilxwaz ên tendirustiyê tîmek ya gerok ya tendirustiyê ava kirine û her roj weke du tîman diçin gundan û heta niha xwe gihandine zêdetirî 40 gundan. Destnîşan kir ku li ruxmê dem derbas bûye jî ji ber tîmên tendirustiyê neçûne gundan û birînên hemwelatiyên birîndar hê jî vekirî ne û wiha got: “Em hewl didin xwe bigihîjînin kesên ku rewşa wan lezgîn e. Em alîkariya wan dikin. Ew malbatên ku em diçin ba wan ne tenê ji ber tedawiyê, di aliyê derûnî de jî em hewl didin alîkariya wan bikin. Em dikarin bibêjin ku ên li gundan terkî mirinê hatine kirin.”

‘Li hinek gundan ne rê vekirine ne jî alîkarî çûye’

Şukran Aydogan bi bîr xist ku piştî erdhejê gelek gundên çiyayî yên kes negihîştiye wan hene, rê hemû girtîne û wiha got: “Ew kesên ku di bin kavilan de nemane, bi rojane bi birçîbûn û tênêtiyê man bi tenê û ev jî berdewam dike. Ji derveyî birçîbûn û têhnbûnê, ji ber hewaya sar mirov gelek zoriyê dikşîne. Piştî erdhejê hinek ew gundên ku em çûnê me dît ku riyên wan hê jî nehatine vekirin. Ji ber wesayîda me di rê de ma. Li gundê ku nêzî 150-200 kes li wan dijîn, me dît ku tenê konek wan heye.”

‘Me dizanibû ji me re tu alîkarî nayê’

Şukran Aydogan destnîşan kir ku tîmên AFAD’ê tu alîkarî nebirine bi teybetî gundên Elewiyan û hemwelatiyên li wan gundan gotine; ‘Ji ber me dizanibû tu alîkarî nayê ji bo me, me bi xwe amadekarî kir.’ Şukran Aydogan tiştên ku jiyane bi van gotinan anî ziman: “Gundiyan bi xwe kavilên xwe kom kirin û di konên ku bi xwe di nava gund de vedane û bi alîkariyên kesan îdare kirin. Di roja sêyem de AFAD çû gundan, ne ji bo ku pirs bikin ka pêwîstiyên wan hene yan na ji bo hêjmara miriya bizanin çûbûn. Tu alîkarî û piştevaniyek û alîkariyek neçûbû wî gundî, ger van mirovan bi derfetên xwe ji bo xwe kon venedana, wê hîn zêdetir kesan jiyana xwe ji dest bidana.”

‘Gelek gund hene ku tîmên tendirustiyê xwe negihîştandine wan’

Şukran Aydogan bi bîr xist ku rewşa hemû gundan heman e û divê seferberî were îlankirin û da zanîn ku ew mirovên birîndar nebûne jî travmayê dijîn, ji heqê vê yekê dernakevin û wiha got: “Li gundan gelek travmayên serî hene. Li ruxmê ku di roja pêncem de şikestina kemaxê di asta xirabûnê de ye, hê jî nexweşên ku tîmên tendirustiyê xwe negihandinê hene. Dema ku li 112’an digerin ji wan re gotine niha em nikarin xwe bigihîjînin we. Em mereq dikin ambulansên me yên çiyayî û berfê li ku derê ne? Li gorî min divê di roja yekem de seferberî bihata îlankirin. Tenê Stenbol bihata vê derê bes bû. Tenê her yekê kevirek rakira wê bes bûya. Nexweşek me dibêje ji tirsan ranaze û xwarinê ji bîr kiriye, her gav wê erdhejê dijî û got ku lingê wê nayê ber.”