Birîna ku li benda kewandinê ye: Komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir

Endama Koordîsnasyona TAJÊ Şemê Remo ku şahidê komkujiya beriya 17 salan a Tilezêr û Sîba Şêx Xidir e diyar kir ku hingî wê demê jî pêşmergeyên PDK’ê bûne sedema komkujiyê.

HÊVÎDAR ŞINGALÎ

Şengal-Beriya 17 salan yanî di 14’ê tebaxa 2007’an de li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir a girêdayî Şengalê bi 4 wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hat û di encamê de di navbera 600-700 kesan de êzidî jiyana xwe ji dest dan ku hê jî aqûbeta gelek kesan nayê zanîn.

Li ser komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir 17 sal derbas bû ji aliyê din ve 10 sal jî li ser fermana 3’yê Tebaxê derbas bû lê tevî komkujiyeke ewqas mezin ku wek jenosaîd tê binavkirin, hê jî derbarê êrîşan de tu lêkolîn ji aliyê Iraqê ve nehatiye kirin û tu berpirsyar jî nehatine cezakirin. Her wiha hê jî bi sedan malbat benda dîtina windahiyên xwe yên beriya 17 salan in.

Wê demê jî pêşmergeyên PDK û hêzên Iraqê ku qaşo ji bo parastina civaka êzidî li wir bûn, wekî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an dîsa bi hevkariyeke qirêj êzidiyan di nav êrîşeke bi vî rengî de hiştin.

Têkildarî komkujiya Tilezêr û Sîbayê şahida wê demê endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî.

Şemê Remo di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku di teqîna Tilezêr a di 2007’an de pêk hatî de wekî niha dîmen nehatine kişandin, ji ber vê yekê rastiya wê komkujiyê hê jî derneketiye holê.

Komkujiya Tilezêr û Sîba Şêx Xidir

Şemê diyar kir ku teqîna Sîba û Tilezêr ber bi êvarê saet derdora 4’ê pêk hatiye û wiha got: “Wê demê tu însanek şik nedibir ku dê tiştek wisa pêk were. Ji ber teqînê me got ezman bi serê me de hat xwarê, li çar aliyan doz û duman rabû ji ber dijwariya teqînê. Me got çi bû, ji ber wê demê telefon jî zêde nîn bû me fam nekir ka çi bû. Piştre telefonek hat gotin komyoneke tijî bombe barkirî xwe li noqteya kontrolê teqandiye. A rast 5 kamyonên bombe barkirî hebû, du ji wan derbasî Sîba bû, du ji wan derbasî Tilezêr bû yek jî derbasî gundikê Êzir bû lê beyî ku bigihêje armanca xwe di ketina gund de teqiya. Lê bes ên Tilezêr û Sibayê di nav miletê de teqiya.

‘Bi sedan kes hatin qetilkirin’

Li gorî agahiyên wê demê ku min bihist, kamyona bombebarkirî dema derbasî Sîbayê bûye hatiye ferqkirin û hêzên ên wir gule lê berdane ji ber vê kamyon gindirîn dolê bûye û wisa li wir teqiyaye. Ez bawer im parçeyên kamyona bi bombe 5 km derdorê belav bû. Ji ber vê yekê malên li derdorê gelek ji wan hilweşiyan û xisarên madî dîtin. Yê Tilezêr jî hat gulekirin lê ew di nav qelebalixiyê de teqiya. Di wan teqînan de derdora 600-700 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wê demê balafir hatin cenaze û birîndaran birin lê heta niha jî nasnameya gelek kesên ku wê demê bi balafiran hatin birîn, ne diyar e. Wê demê gotin balafir balafirên Amerîkayê ye lê heta niha malbat jî aqûbeta windahiyên xwe nizanin. Teqîna li Tilezêr gelek dijwar û giran bû.

‘Gotin em ê we biparêzin’

Min bi çavên xwe dît serî çawa ji beden hatibûn qutkirin. Parçeyên qurbaniya hemûyan komkirin, birin Şêxmend û li vir wek lodên kayê binax kirin. Hê jî ew parçeyên qurbaniyan li Şêxmend in. Bedenên jin, zarok, mêr û pîran parçe parçe bûn. Heta niha me nedît berpirsek hatiye darizandin. Hingî wê demê jî pêşmergeyên PDK’ê bûn sedema teqînê.  Wê demê jî pêşmergeyên PDK û mala Barzanî gotibûn em ê we biparêzin. Di dema teqînê de ji aliyê Sîbayê gel hişyarî dide dibêjin kamyonên ku barê wan giran e tê bila pêşmerge tedbîr bigirin lê pêşmerge gotin fermandarê wan razeye nikarin rakin. Ji xwe heta fermandar rabû teqîn pêk hat û bi sedan kes mirin.  Wê demê jî pêşmerge gotin em ê we biparêzin, em ê nehêlin tiştek bi êzidiyan were, miletê me ye, ziman û çanda me yek e. Lê hezar car mixabin wek gotina wan derneket. Lê mixabin wekî niha jî miletê me yê êzidî wê demê jî xwe nizan bûn.”

Xetereyên li ser êzidiyên li kampên Başûr

Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo bal kişand ser xetereyên li ser êzidiyên li kampên Başûr dimînin û ev nirxandin kir: “Di dema 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber êrîşa DAIŞ’ê çwa ber bi kampên Başûr ve bazdan niha jî bi heman rengî ji kampên Başûr ber bi Şengalê ve baz didin. Ji ber xwenizanin hê jî nikarin temamî destê xwe ji kampan berdin. Malê dinê qirêjiya destan e, hûn çima malê difikirin, hûn çima dibêjin malên me  û çadirên me li kampan mane, ma zêr û zîv li wan çadiran heye ku destê we jê nabe û hûn venagerin. Tiştên kampan ne malên we ne. Piştî teqîna Tilezêr-Sîba û ferman 3’yê Tebaxa 2014’an he jî miletê me bi ser xwe ve nehatiye.

‘Êdî bes e’

Êdî bes e, em bang li miletê xwe dikin bila êdî nebe cara sêyemîn.  Miletê me êdî xwe nas bike, êdî dost û dijminê xwe nas bike. Divê êdî miletê me rastiya dijmin baş fam bike.  Niha xetereya herî mezin li ser kampên Başûr in. Em bang li miletê xwe yên li kampan e dikin û em dibêjin vegerin ser axa xwe. Ev deh sal in em bang dikin ku vegerin ser axa xwe, em nabêjin werin sileh ji bo me rakin û yan jî tev li kar û xebatên me bibin, tenê vegerin ser axa xwe. Êzidî ciheke wek Şengal aramtir nabînin û bang li miletê êzidî dikim êdî neyên lîstokên dijmin.”

‘Pêşmerge careke din nikarin derbasî axa Şengalê bibin’

Di axaftina xwe de Şemê Remo îşaret bi peymana 9’ê Cotmehê kir ku PDK û hikûmeta Iraqê dixwazin bi vê peymanê careke din vegerin Şengalê û ev tişt anî ziman: “Mala Barzanî çawa Başûr firot eynî wisa di 3’yê Tebaxê de jî Şengalê firot. Û niha jî nizane çawa peymana qirêj a 9’ê Cotmehê pêk bîne û her carê rê û rêbazên cuda ji bo pêkanîna peymanê diceribîne. Lê heta yek dayik, keç û xortên Şengalê hebin pêşmerge êdî careke din nikarin derbasî axa Şengalê bibin. Heta niha keçên me li bazaran tên firotin û yek berpirsên vê yekê nehatine dadgehkirin û hesab ji wan nehatiye xwestin. Ji ber vê yekê ev nikarin derbasî axa Şengalê bin.”

Planên qirêj ên dewleta tirk, PDK û Iraqê

Ji hêla din ve dewleta tirk, PDK û hikûmeta Iraqê ji bo aramiya li Şengalê xira bikin bi deq û dolabên xwe hewl didin alozî di navbera êzidî û ereban de derxin. Di çarçoveya vê planên xwe yên qirêj de di 8’ê tebaxê de Dadgeha Pêdaçûnê ya Nînovayê bi tometa ku heqeret li pexemberê îslamê kiriye derbarê fermandarê leşkerî yê êzidî yê PDK’ê Qasim Şeşo de biryara girtinê da. Piştî rojekê biryara girtina Qasim Şeşo hin melayên Behdînanê yên girêdayî PDK’ê gefa êrîşê li êzidiyên di kampên Dihokê ne de xwarin. Piştî gefxwarina hin melayan bi sedan malbatên êzidî yên li kampan ji ber tirsa êrîşê ji kampan berê xwe dan Şengalê.

Şemê Remo bal kişand ser vê rewşê û ev tişt diyar kir: “Ew hin melayên ku banga fermanê ji bo êzidiyan dikirin hatin cezakirin an jî hesab ji wan hatin xwestin, na. Ji aliyê din ve hesab ji Qasim Şeşo jî nehat xwestin. Gerek hesab ji Qasim Şeşo jî bihata xwestin û jê re bihata gotin te îro miletê êzidî, miletê belangaz avêt ber devê gur û hutan. We jin, keç û xortên me wekî 3’yê Tebaxê firotin, we Şengal firot û îro jî difirojin.”

‘Bi saya gerîla û ragihandin hemû dinya fermanê dît û bihîst’

Şemê Remo di dawiyê de diyar kir ku ger ji gerîla û ragihandinê nebûna dê fermana 3’yê Tebaxê li dinyayê belav nebûna, nehat bihîstin û wiha pêde çû: “Ger fermana 3’yê Tebaxê nehat belavkirin dê kes nizanibûna çi bi serê êzidiyan hatiye.  Bi saya Serok Apo û şargirtên wî hemû dinya tiştên bi serê êzidiyan hatiye dît û bihîst. 12 siwariyan DAIŞ’ê şikandin. Dema êrîşa DAIŞ’ê de bi hezaran pêşmerge û hêzên Iraqê li Şengalê bû lê li dû xwe jî nenêrîn ji Şengalê bazdan. Em îro dizanin ger dîsa li kampan ferman bête serê êzidiyan kî wan xilas bike, dê dîsa ew gerîlayên li serê çiya xwe berdin jê, mirin û hemû xeteriyan bigirin ber çavan û dîsa dayik û xwişkên me xilas bikin. Em her tiştî baş dizanin. Heta niha 74 ferman bi serê êzidiyan hatiye lê derveyî fermana 74 kîjan ferman hatiye dîtin û bihîstin.”

‘Her jin bi fikir û felsefeya Serok Apo li ber xwe dide’

Şemê Remo bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Îro bi saya fikir û felsefeya Serok Apo em weke jin dikarin xwe bi rê ve bibin, em dikarin li hember her însanek ji bo doz û mafê xwe bipeyvin. Îro li Şengalê her dayik û jinên ku vî fikrî ji xwe re esas girtine dikarin li ber xwe bidin û xwe biparêzin.”