Bîr û Fermana 74’an – 7

Di êrîşa li ser Şangalê de gelek serpêhatiyên ku mînakên wan kêm in hene. Jinên ku di fermanê de ketin destên çeteyên DAIŞ’ê; her yek ji wan xwedî serpêhatiyeke ku nayê jibîrkirin e.

MEDYA HAWAR

Şengal - Di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de çeteyên DAIŞ ferman anîn ser civaka Êzidî û di fermanê de bi hezaran mirov hatin qetilkirin, neçar man ji axa xwe derkevin û bi hezaran jî ketin destên çeteyan. Malbatên ku di nava dorpêça çeteyan de mabûn bi hewldanan xwe bi zorê xilas kirin lê gelek ji wan jî mixabin xilas nebûn an hatin qetilkirin an jî revandin.

Malbata endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî jî yek ji wan e. Malbata ku ji gundê Dugurê ne, di fermanê de 3 caran dikevin destên çeteyan lê bi taktîkên cuda xwe xilas dikin. Di vê nivîsa xwe de em bi Ferîde re çûn cihên ku cara yekem gerîlayên HPG û YJA-Starê lê dîtibûn û cihên ku riya rizgariyê dîtibûn.

Endama dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Ferîde Şengalî, şehîdên fermanê bi bîr tîne û wiha dibêje: “Ez di serî de gerîlayên YJA-STAR, HPG’e û YPG’e  bi bîr tînim. Wan lehengan canê xwe feda kirin ji bo ku civaka Êzidî xilas bikin.

Ferîde Şengalî da zanîn ku gerîla nebûna wê civaka Êzidî di komkujiyê de bihata qirkirin û wiha domand: “Malbata min tevî bi hezaran kesên me yên Êzidî ji aliyê gerîlayan ve, di vê korîdorê de hatin pêşwazîkirin. Dema em derbasî Rojava bûn, li ser sînor şervanên YPG’ê û YPJ’ê me pêşwazî kirin.”

‘Me pêşmerge û DAIŞ’yan bi hev re dîtin’

Ferîda Şengalî behsa cara duyemin xilasbûna ji destên DAIŞ’ê kir û wiha got: “Dema cara yekem em li Rebîayê hatin girtin me xwe xilas kir û em çûn çiyayê Şengalê. Di roja duyemîn a fermanê de gelek kes ji çiyayê Şengalê vegeriyan nava gundên xwe û digotin em ê biçin Rojava, me jî wisa got. Li pêş me 3 mal çûn û gotin em bi selametî derbasî Rojava bûne. Em bi giştî 25 bûn wesayîd bûn. Me ji dûr ve dît ku yek bi cilên pêşmerge ye. Me got mala Xwedê ava hê pêşmerge li vir in û hatine pêşiya me, wê me rizgar bikin. Tevî xiyaneta wan û tiştên ku kiribûn jî hê hêviya me ji pêşmergeyan hebû. Wesayîdên me dan sekinandin û hinek çeteyên DAIŞ’ê hatin gel me û gotin ‘çek bi we re hene bidin me ger gule jî hebin wan jî bidin me lê hebûn me veşartin û nedan wan.”

‘Hatin heta ber derî lê em nedîtin’

Ferîde Şengalî behsa kêliyên ku çete li pey wan bûn, ji bo ku wan bigrin kir û wiha domand: “Piştî ku çekên me birin me got mala me xirab bû. Çeteyên DAIŞ’ê ji me re  gotin bidin pey me û werin. Dayika min ji birayê min re got dema te riyek dît ku em bikaribin tê de xilas bibin, berê xwe bide wê riyê. Riyek ket pêşiya me, birayê min berê wesayîdê da wê derê û pê li gazê kir. Çeteyên DAIŞ’ê ketin pey me. Me bi zorê xwe gihand nêzî dibistanekê û me xwe ji wesayîdê avêt. Me digot tenê bila em nekevin destên çeteyên DAIŞ’ê. Cîrana me jî keça wê 6 mehî bû. Dayika wê destê xwe danî ser devê wê, ji ber ku digriya û deng derdixist. Dayika wê got bila bimre û kes nekeve destên çeteyên DAIŞ’ê. Çete li her derê li me digeriyan. Me xaniyek mezin dît, li kêleka wê jî yekî biçûk hebû. Em ketin xaniyê biçûk. Li wir nivîn hebûn, min hemû zarok kom kirin û nivînên malê hemû avêtin ser wan. Min got ger em hatin girtin bila zarok neyên girtin. Min ji zarokan re got ger DAIŞ’î werin dengê xwe dernexin. DAIŞ’î hatin heta ber deriyê wî malî lê em bi şans bûn ku nehatin hindir û em xilas bûn. 25 wesayîd bûn. Wesayîda me bi tenê xilas bû ên din ketin destên DAIŞ’ê. Me bi zor û zehmetî xwe xilas kir.”

‘Ez tu carî ji bîr nakim’

Ferîde Şengalî bal kişand ser du bûyerên ku di dil û mejiyê wê de cih girtine û ji bîr nake û wiha got: “Ez du tiştan tu carî ji bîr nakim. Yek ji wan dema pêşmergeyan di fermanê de xiyanet li me kirin û reviyan e ya duyem jî dema gerîlayên serê çiya em xilas kirin. Ez tu carî van herdu tiştan ji bîr nakim. Divê civaka Êzidî van tiştan ji bîr neke jibîrkirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, xiyaneteke li dîroka Êzidayetiyê ye.”

‘Wê gerîla we xilas bike’

Ferîda Şengalî behsa bihîstina navê gerîlayên HPG û YJA-Starê dike û wiha dinirxîne: “Em ê behsa vê korîdora mirovahiyê bikin. Ew riya ku bi hezaran Êzidî tê re xilas bûne û ber bi rojavayê Kurdistanê ve çûne. 7’ê Tebaxa sala 2014’an, di wê rojê de ji me re hat gotin gerîla hatine ser riya ku di navbera gundê Dugurê û Dohla de ye û ew ê we xilas bikin. Birayê min jî wê demê li Silêmaniyê kar dikir. Ji me re telefon kir û got ‘Ez niha li gel gerîla me, çi bibe em ê bên we xilas bikin.’ Me di jiyana xwe de navê PKK’ê nebihîstibû.”

‘Pêşmerge bi me dikeniyan’

Ferîde Şengalî li vir balê dikşîne ser xiyaneta PDK’ê û dide zanîn ku riya wan a xilasiyê girtine û wiha didomîne: “Di roja fermanê de em ketin destên çeteyên DAIŞ’ê lê me xwe xilas kir. Di riya Rebîayê de komeke mezin a pêşmergeyan hebû. Me dixwest  xwe bixin navbera wan, ji bo xilas bikin lê ew bi me dikeniyan, ji ber ku me xwe vedişart di nava wan de. Nehiştin wesayîda me bikeve navbera wan, ji bo em xilas nebin. Em çendî qala êşên xwe bikin jî kêm e, ew roj weke kabusan bûn. Heta em sax bin em wan rojan ji bîr nakin û em ê nehêlin bên jibîrkirin.”

‘Me cara yekem gerîlayê bi navê Egîd dît ’

Ferîde Şengalî hestên xwe yên cara yekem ku gerîla dîtine bi van hevokan anî ziman: “Piştî sê rojan birayê min hat û got ‘gerîla hatine, çend dayikên bi temen, di gund de mabûn. Em nizanibûn wan dev ji axa xwe bernedan an jî malbatên wan ew hiştibûn. Hinek ciwanên me çûn wan dayikan jî anîn. Em 21 mirov bi wesayîdekê hatin, ser û binê wesayîdê tijî bibû. Riya me pir dûr bû ji ber gelek mirov diçûn û dihatin. Toz bi ser me de weke baranê dibariya. Em hatin heta cihekî ji korîdorê li wir me heval dîtin. Cara yekem bû ku min heval didîtin. Çek û cilên hevalan pir ji me re balkêş hatin. Me leşkerên Iraqê û pêşmergeyan berê dîtibûn lê gerîla bi her tiştê xwe cuda bûn. Cil, çek û meşa wan jî cuda bû. Min hevalek dît ew jî Egîd bû... Destpêkê dema ku em dîtin ji me re keniya û got; ‘Ez Êzidiyê Efrînê me, em ê we xilas bikin.’ Şehîd Egîd bi germî em pêşwazî kirin û gelek bi kêfxweşî bi me re diaxivî. Beriya fermanê min tu carî gerîla nedîtbûn. Şehîd Egîd yekem gerîla bû ku min di jiyana xwe de didît.”

‘Ji jinên gerîlayên bi çek pir bi bandor bûm ’

Ferîde Şengalî bal dikşîne ser cihê yekem ku hevalên jin ên gerîla lê dîtine dike û tîne ziman ku kêliyên balkêş û pir xweş bûne û wiha dibêje: “Dema me pêşwazî kirin, me hevalê jin jî dîtin 6 heval bûn û hevalên xort jî hebûn. Li gel xaniyekî biçûk gelek kes li derdora wan hevalan kom bibûn. Ez û malbata xwe di quncik wî xaniyê de rûniştin. Hevalên jin bi gel re diaxivîn, di heman demê de av û xwarin anîn û li her kesê belav kirin. Wisa bi dilekî mezin û kenekî pir ciwan nêzî me bûn. Min cara yekem jinên ku bi çek bûn didît. Ez ketim xeyalan û min got çawa jin dikarin çekê hildin? Ji min re gelek balkêş dihat. Kêfa min gelek ji wan re hat, min pir dixwest yek ji wan hevalên jin were gel min û bi min re biaxive. Min zêde ji wan fêm nedikir ji ber axaftinên hevalan ji yên me hinekî cuda bûn. Hevalan dizanibûn  em birçîne û bê xwarin in. Ji bo wê jî hatin gel me û gotin kerem bikin hûn jî xwarinê bixwin. Ji ber ku ez ketibûm nava xeyalên kûr bi dîtina hevalan û çekên wan, nikaribûm xwarinê bixwim. Di demeke ku em ji çeteyên DAIŞ’ê ditirsiyan de, hevalên jin bi çekên li ser milên xwe, bi ken û cesaret em kêfxweş kirin. Hemû kesan pêşwazî dikin, min tu carî tiştek wisa xeyal jî nekiribû.”